Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bîranîn

Denîz Poyraz di 4’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bîranîn.

Îzmîr – Denîz Poyraz ku di 17'ê Hezîrana 2021'an di êrîşa li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de ji hêla kujer Onur Gencer ve hate qetilkirin, di 4’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Kaynaklar a Buca ya Îzmîrê hate bibîranîn.

Malbat, hevalên Denîz Poyraz, Dayîkên Aştiyê, TJA, endam û rêveberên partiyên siyasî, wekîlên DEM Partiyê Adalet Kaya û Burcugul Çubuk, rêxistinên girseyî yên demokratîk û welatî beşdarî bîranînê bûn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di bibîranînê de endama Dayîkên Aştiyê Muzeyyen Kortak axivî û got: “Şehîdên me rûmeta me ne. Em ê şopdarên şehîdên xwe bin.”

‘Em ê têkoşîna Denîz mezin bikin’

Parlamentera Amedê ya DEM Partî Adalet Kaya jî diyar kir ku êrîş, êrîşek polîtîk e û got: “Em îro tenê şîne nagirin, ji bo aştiyeke bi rûmet, edalet û heqîqetê têkoşîn hat dayîn. Em ê têkoşîna wan û keda wan mezin bikin. Denîz Poyraz nemir e.”

‘Ev têkoşîn têkoşîna jin û ciwanan e’

Dayîka Denîz Poyraz Fehîme Payraz jî di bîranînê de ev tişt anî ziman: “Ev têkoşîn têkoşîna jin û ciwanan e. Heke em bibin yek kesek nikare me têk bibe. Di kijan şert û mercî de bibe jî emê  berpirsiyariya xwe pêk bînin."

Pişt axaftinan bîranîn, bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.