Denîz Poyraz hat oxirkirin

Denîz Poyraz a di êrîşa ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de hat qetilkirin li ber strana Delîla ya “Sê jinên azad” li ser milê jinan ber bi bêdawiyê ve hat oxir kirin.

Îzmîr - Cenazeyê Denîz Poyrazê ku di êrîşa li hemberî avahiya Partiya Demokratîk Gelan (HDP) Îzmîrê de hat kuştin, piştî wecîbeyên olî ya li Midûriyeta Goristanan a li Taxa Tepecîk a navçeya Konakê ji aliyê malbatê û endamên partiyê ve hat girtin. Piştre cenazeyê Denîzê anîn mala wê. Li vir jî bi hezaran kesî bi dirûşmeya "Şehîd namirin" û "HDP gel e, gel li vir e” cenaze pêşwazî kirin. Dayik û bavên Denîzê jî di nav de bi hezaran kes ber bi Mizgefta Kadîfekaleyê ve meşiyan. Li Mizgefta Kadîfekaleyê bi beşdarbûna bi hezaran kesî merasîma cenaze hat lidarxistin.

Berdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û Esengul Demîr, Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz, siyasetmedar Sirri Sakik, Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, Parlfmenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, Orhan Saribal, Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, Şaredarê Îzmîrê Tûnç Soyer, nûnerên Partiya Gelecekê û rêxistinên civaka sivîl jî tevlî merasîmê bûn.

Di merasîma cenazeyê de dirûşmên wekî  "Denîz Poyraz nemir e", "Şehîd namirin" û "Dê dewleta kujer hesab bide" hat berzkirin. Darbesta ku bi flameyên mor hat xemilandin ji hêla jinan ve hat hildan û bi strana “Sê jinên azad” hat oxûrkirin. Her wiha her du birayên wê yên girtî Suleyman û Îbrahîm jî piştî destur hat dayîn tevlî merasîma cenazeyê bûn. Lê nehiştin ku demek dirêj li goristanê bimînin. Dayik û bav her du kurên xwe hembêz kirin. Ji bo birayê wê Kamuran jî destur nehat dayîn, ew tevlî merasîmê nebû.

Denîz bi dirûşma “Şehîd namirin” û tilîliyan hat definkirin.