Dengbêj Xalîde ya bi rojan e di bin çavan de bû, hat berdan
Dengbêj Xalide ya 8 rojbûn dibin çavan de dihat girtin li gel xebatkara HDP'ê Munevver Îlgin 14 kesên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Navenda Nûçeyan - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ku 24 kes hatibûn binçavkirin û ji wan 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê hatibûn kirin de stranên Dengbêj Xalîde jî wekî sûc hatin hesibandin. Îfadeya Dengbêj Xalîdeya 8 roj in di bin çavan de ye li Qereqola Jandarmayê hat girtin.
Dozgeriyê biryar da ku tevî Dengbêj Xalide, xebatkara HDP'ê Munevver Îlgin 14 kes bi şertê kontrola edlî bên berdan. 10 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Edliyeya Stenbolê hatin kirin. Tê payin ku îfadeya 24 kesên din ên di bin çavan de jî bê girtin. Her wiha hat hînbûn strana Zîlan a Xalîdeyê gotiye wekî sûc hatiye hesibandin.