DEM Partiyê pêşbaziya MÎT’ê ya der barê zarokan de bir meclisê

Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordu pêşbaziya MÎT’ê ya der barê zarokan de bir rojeva meclisê û got: “Dixwazin berê zarokan bidin ajanî û îstîxbaratê. Divê ev pêşbazî demildest were betalkirin.”

Navenda Nûçeyan- Teşkîlata Milî ya Îstîxbaratê (MÎT) bi boneya 23’ê Nîsanê ji zarokan xwest ku bi peyvên ‘ewlehî’, ‘îstixbarat’ û ‘sîxurê veşartî’ ku erka MÎT’î pênase dike, bikevin rê wêneyan çêbikin û nameyan binivîsînin.

Parlamentera Dêrsimê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Ayten Kordu bi daxwaza Wezîrê Perwerdeya Milî Yunus Tekîn bibersivîne pêşnûme pirs da meclisê. Di hinceta pêşnûmepirsê de bal kişand ku ev pêşbaziya MÎT’ê li hemberî zarokan hem di aliyê pedagojîk de hem jî di aliyê quralên etîk de ne guncaw e.

‘Ev hewldana teşwîqkirina zarokan ji bo sîxuriyê ye’

Di pêşnûmeyê de hat diyarkirin ku çalakiya MÎT’ê di pêvajoyên zihnî yên zarokan de bandorê dide avakirin nayê qebûlkirin û di pêşnûmeyê de îşaret bi wê yekê hat kirin ku bi boneya perwerdeya zarokan, di xebatên gelek saziyên civakê de hewldana berdewamkirina îdeolojiya dewletê ji avakirina komarê heta niha bûne şahid û ev tişt hat gotin: “Ji ber vê bi riya saziyên îdeolojîk ên weke Diyanet û MÎT’ê yên dewletê, zarokan ji rastiya wan dûr dixin û hewl didin zarokan di temenê biçûk de teşwîqê sîxuriyê bikin.”

‘Divê pêşbazî were betalkirin’

Di pêşnûmeyê de hat detsnîşankirin ku heman pêkanîn bi bernameyên ÇEDES’ê berdewam dike û ev tişt hat gotin: “ÇEDES ji ber pêkanînek bi zagonê nîn e, bi perwerdeya zanistî û laik, tezat ava dike bi vê hikumetê re di nava nakokiyan de ye. Bi bernameya ÇEDES’ê melayê ku formasyona Pedagojîk nîn e, beşdariya erkên dînî yên weke veiz, di pêvajouya perwerdeyê, ji bo pêşxistina psîkolojiya zarokan metirsiyek cidî ava dike. Dersên peywendîdar, di binya Wezareta Perwerdeya Millî ji aliyê mamostayên formasyona pedagojîk girtine tê dayîn, ji aliyê diyanet, tarikat û cemaetê ve dayîna wê fikaran ava dike. Polîtakayên ewlehiyê yên desthilata AKP-MHP di yek ji pêşbaziyên di teyisandina rêveberiyên civakê de ji bo zarokan dibin navê ‘çêkirina xeyalan de’ dixwazin berê zarokan bidin îstixbaratê. Ji ber vê  divê ev pêşbaziya ne li gora rastî û pedagojiya zarokan, di pêşketina psîko-sosyal de bandorek neyênî dike divê demek zûtir were betalkirin û ragihandina wê ji malpera MÎT’ê re were rakirin.” 

Di pêşnûmeyê de ev pirs hatin kirin: “Gelo bi kîjan hincetan ji bo ev pêşbirka ku ji heqîqet û pedagojiya zarokan re ne guncaw e û bi awayekî zelal diyar e ku bandorek neyînî li pêşketina psîko-civakî ya zarokan dike, destûr hat dayîn? Gelo der barê îhtîmala ku ev pêşbirka mijara gotinê bandorek neyînî li pêşketina psîko-civakî ya zarokan bike de, nêrînên pisporan hatine pirsîn an na? Ger serlêdan hatibe kirin dê ev nêrîn bi raya giştî re bên parvekirin an na? Gelo dema MÎT’ê vê pêşbirkê plan kir nêrînek ji wezareta we xwest an jî daxwaza hevkariyê kir? Ger daxwaz kiribe, bersiva we ya ji bo vê yekê çi bû? Gelo îdiaya ku armanca vê pêşbirkê teşvîqkirina sîxurtiya zarokan di temenê biçûk de rast e yan ne? Gelo der barê pêkanîna xebatên bi vî rengî de bi MÎT’ê re tu protokolek hat çêkirin an na?”