DEM Partî: Em vê nêzîkatiya qeyûman red dikin

DEM Partiyê bertek nîşanî êrişa polîsan a li ser Şaredariya Colemêrgê da û got: “Em vê nêzîkatiya qeyûman red dikin. Ev zîhniyeta derbekar û qeyûman ne tenê ji bo Colemêrgê, ji bo îradeya tevahî gelên Tirkiyeyê jî xeteriyek e.”

Navenda Nûçeyan - Polîsên ku duh bi şev Şaredariya Colemêrgê dorpêçkirin, di saetên serê sibê de bi ser şaredariyê de girtin. Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş li Wanê hate binçavkirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) der barê êrişa polîsan de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek da û bang li her kesê ku piştgiriyê dide demokrasiyê kir ku li hemberî vê derbeyê helwesteke vekirî nîşan bidin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Hikûmeta ku her carê bi îradeya gel têk diçe, serî li xespa vînê û darbekariyê ya ku rêya wê ya herî baş e da. Îro danê sibê Hevşaredarê me yê Colemêrgê Mehmet Sıddik Akiş li Wanê hat binçavkirin û şaredariya me jî ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin. Em vê nêzîkatiya qeyûman red dikin. Gelê me di 31’ê Adarê de bi rêbazên demokratîk nîşan da ku vê nêzîkatiya qeyûman nas nake. Ev zîhniyeta derbekar û qeyûman ne tenê ji bo Colemêrgê, ji bo îradeya tevahiya gelê Tirkiyeyê jî xeteriyek e. Gelê me wê bertekên xwe yên demokratîk di asta herî jor de nîşan bide. Em bang li her kesên ku piştgiriyê didin demokrasiyê dikin ku li dijî vê derbeyê helwesteke vekirî nîşan bidin.”