“Dê rojiyên we çawa qebûl bibe?”

Emîne Şenyaşar di roja 386’an de bi bîr xist ku meha Remezanê tê, bang li rayedaran kir û pirsî "Erdogan dê çawa di nava zarokên xwe de fitara xwe bike?”

Riha- Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. 

Malbat di roja 386’an çalakiya xwe de, di saetên serê sibê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya xwe ya nobetê kirin. Emîne Şenyaşar a li qada çalakiyê axivî, diyar kir ku ji meha Remezanê re çend roj mane û got:

“Em dixwazin rojiya xwe li mala bigrin. Çar sal in kurê min di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Heta edalet neyê em ji vir ranabin. Wê rojiyê bigirin (îktidar), rojiya wan qebûl nabe. Erdogan dê çawa di nava zarokên xwe de fitara xwe bike? Dê rojiya wî çawa qebûl bibe? Erdogan çawa rehet radikeve. Ev salek zêdetir e em li vir rûdinin, qey qet wîjdana wî tune ye? Gelo ji xwedê bawer nake? Yên ku vê zilmê dikin dê hesab bidin xwedê. Yên vê zilmê dikin dê ji dinya din çawa ji hesab dayîne xelas bibin. Çima kesên ku vî yekê dikin bi hêjandina dest û milê xwe digerin, lê kurê min 4 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin?”

“Dawî li van bêedaletiyan bînin”

Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyayê ev parvekirin kir: “Cezayê herî mezin êşa wîjdanê ye, ger hûn naxwazin jiyan bikin, dawî li van bêedaletiyan bînin. Kesên ku pirs dikin #Linexweşxaneyêçidiqewime , wekîlên partiya hikûmetê 3 kesên li nexweşxaneyê qetil kirin. 4 sal in yek girtî jî tune ye! Yên vê bêhiqûqiyê bikin dê winda bikin.”