“Dê Newroza Amedê îsal jî bi coşeke mezin bê pîrozkirin”

Endama Meclisa Jinan a HDP Mervan Yildiz destnîşan kir ku ji bo Newroza Amedê serlêdanên pêwîst hatine kirin û got ku mîna her salê dê Newroza Amedê ya vê salê jî bi coşeke mezin pîroz bikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Cejna Newrozê ya weke mizgîniya biharê tê dîtin, ji aliyê gelê Kurd ve her sal bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Ji bo Newroza ku vê salê dê li gelek navendan were pîrozkirin, serlêdanên pêwîst hatin kirin û dê yekemîn car agirê Newrozê li navçeya Bêşebaba Şirnexê were vêxistin. Newroza Amedê ya her sal bi milyonan kes beşdar dibin, wê bi dirûşma ‘Dem Dema Serkeftinê Ye’ bê pîrozkirin. Agirê Newrozê di 19’ê Adarê de li navçeyan, di roja 21’ê Adarê de jî weke her salê dê li Parka Newrozê bê pîrozkirin.

Dê bi milyonan kes beşdar bibin

Agirê Newrozê 19’ê Adarê dê li navçeyên Hezro, Bismil û Çêrmûgê; di 20’ê Adarê de jî dê li Erxenî, Çinar û Farqînê were vêxistin. Li bajarê ku ji bo bernameya Newrozê komîteya amadekariya ji 7 kesan hatiye avakirin, destûr û serlêdanên pêwîst hatin kirin. Xuya ye ku her kes berê xwe bide Newroza Amedê û mîna her salê, ev sal jî bi milyonan kes beşdar bibin.

Agirê Newrozê li hemû navçeyan bê vêxistin

Endama Meclisa Jinan a HDP’ê Mervan Yildiz destnîşan kir ku jin bi kelecan û coşa ku di 8’ê Adarê de jiyane dê biherikin qadan û bal kişand ku meha Adarê ji bo wan meha çalakbûnê ye. Mervan Yildiz da xuyakirin ku jin dê bi bawerî û hêza 8’ê Adarê beşdarî Newrozê bibin û anî ser ziman ku ji bo Newroza di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin wan dest bi xebatên pêwîst kirine.

 “Bi daxwaza rakirina tecrîdê em ê li qadan bin” 

Mervan Yildiz destnîşan kir ku komîteya amadekariyê ji bo pîrozbahiyan plansaziyên pêwîst derxistiye holê û da xuyakirin ku ji bilî navenda bajar, dê agirê Newrozê li hemû navçeyan jî were vêxistin. Mervan Yildiz da zanîn ku ew ê bi dirûşma ‘Dem Dema Serkeftinê Ye’ li qadan bin û daxwazên xwe qîr bikin û wiha got: “Coş û beşdarbûna Newrozê di hemû pêvajoyan de li hemberî hikûmeta heyî dibe bersiv. Di vê demê de jî em ê daxwazên xwe pir aşkere bi lêv bikin. Di nav van daxwazan de daxwaza me ya herî girîng rewşa tecrîdê ya li Îmraliyê tê jiyîn e. Ji bo bidawîbûna tecrîdê em ê li qadan bin. Dîsa ji bo zimanê Kurdî ji bûyîna dersên hilbijartî wêdetir bibe zimanê fermî em ê derkevin qadan. Ji bo tunekirina qirkirina jinan a li erdnîgariya Kurdistanê wê bangên me hebin.”

“Em li bendê ne ku beşdarbûn ji sala borê girseyîtir be”

Mervan Yildiz da zanîn ku ji bo parastina çand û nirxên xwe gelê Amedê pir baş dizane ku divê ew di roja 21’ê Adarê de li ku be û got: “Li Amedê Newroz êdî cejneke giştî ye. Qada ku gelê Kurd daxwazên xwe tîne ser ziman e. Dê gelê me li hemberî pêkutiyan serî netewîne. Dema ku em li Amedê Newrozê pîroz dikin hewcehî pê namîne ku em bang bikin. Ji ber ku gel pir baş dizane divê ew roj li ku bin û divê ew çi bikin. Sala berê rûxmê ku pêvajoya şewbê bû qad tijî bû. Ruxmê hemû pêkutiyan me coşa 21’ê Adarê sala borê dît. Ev sal jî dê coş zêdetir be.”

 “Newroz ji bo gelê Kurd pênaseya berxwedan û têkoşînê ye”

Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Emel Temel jî bal kişand ku meha Adarê ya pênaseya berxwedan û têkoşînê ye ji bo gelê Kurd xwedî cihekî cuda ye. Emel Temel destnîşan kir ku dê gelê Kurd qadên Newrozê ku di tevahiya salê de li benda hatina vê rojê ye, tijî bike û wiha got: “Dema ku meha biharê tê gelê Kurd hest bi kelecan û hêviyek mezin dike. Ji bo gelê Kurd meha Adarê tenê nayê wateya hatina biharê. Ji bo me bihar pênaseya berxwedan û têkoşînê ye jî. Gelê Kurd bi coşeke mezin vê berxwedanê pîroz dike. Bi vê zanist û berxwedanê jî dê gel ew roj li qadan be û li derdora agirê Newrozê were gel hev.”