Dê jin îsal li dijî guherîna Zagona Rewşa Kesane li qadan bin

Endama damezrîner a Tora 8’ê Adarê Şede Beşîr diyar kir ku xebat û çalakiyên wan ên ji bo 8’ê Adarê didomin. Hêlîn Ehmed da zanîn ku dê yek ji mijarên girîng ên di çalakiyan de were rojevê, guherîna Zagona Rewşa Kesane be.

HÊLÎN EMED

Silêmanî – Li Başûrê Kurdistanê, bûyerên qetilkirina jinan zêde dibin. Ji 1’ê Çileya 2025’an ve heta 22’yê Sibata 2025’an li Başûrê Kurdistanê 9 jin hatin qetilkirin. Tevî hewldanên jinan û endamên komên jinên çalakvan, her diçe bûyerên qetilkirina jinan zêde dibin. Çalakvan, bi nêzbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, bi riya çalakiyên xwe ji bo nehiştina qetilkirina jinan xebatan dimeşînin.

Jin û endamên damzrîner ên Tora 8’ê Adarê ku 50 endamên wê hene, bi riya kar û çalakiyên xwe, 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Ev tor sê sal in ji bo pirsgirêka jinan dixebite. Desteya giştî ya torê îsal jî bo hişyarkirina jinan û  civakê dê gelek rêzeçalakiyan li dar bixe.

 ‘Roja 8’ê Adarê em ê çalakiyên xwe di nava hemwelatiyan de bidomînin’

Berpirsa Kargerî ya Rêxistina Ragihandin û Ronakbîrî ya jinan û Endama damezrênera Tora 8’ê Adarê Şede Beşîr diyar kir ku Tora 8’ê Adarê sê sal in bi nûnertiya jinên çalakvan ên bajarê Silêmanî kar û çalakiyên xwe didomîne û wiha got: “Çalakiyên me bi hevkariya jinên çalakvan sê sal in didomin. Bi jinên aştîxwaz re em ê xelata aştiyê bidin jinên aştîxwaz. Di 8’ê Adara 2025’an de em ê bi lidarxistina rêzeçalakiyan beşdarî merasîma Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bibin. Ji destpêka sala nû ve kombûn û semînerên Tora 8’ê Adarê didomin. Her wiha di merasmê de wê xelatên rêzgirtinê werin dayîn. Her wiha di destpêka meha Adarê de çalakiyên ji bo 8’ê Adarê dest pê kirine. Di roja 8’ê Adarê de em ê bi armanca beşdarkirina jin û mêrên azadîxwaz, çalakiyên xwe di nava hemwelatiyan de li dar bixin.”

Jin li dijî qetilkirinan dê li qadan bin

Şede Beşîr da zanîn ku tevî çalakî, panel û semîneran jî tundî û qetilkirina jinan didome û wiha got: “Qetilkirina jinan didome. Tunebûn û rêgirtina daneyên qetilkirina jinan balkişandina ser bûyerên qetilkirina jinan kêm kiriye. Nebûna daneyan qetilkirina jinan zêde kiriye. Ji aliyê rêxistina me ve daneyên qetilkirina jinan tên komkirin, ji serê sala 2025’an ve heta meha Adarê, bûyerên qetilkirina jinan gihîştiye asteke metirsîdar. Em dixwazin di 8’ê Adarê de balê bikşînin ser bûyerên qetilkirinê û tedbîrên ji bo kêmkirina qetilkirina jinan. Erka rêxistina me ragihandina agahiyên tundiyê ye ji bo aliyên pêwendîdar. Ev alî bi qasî ku pêwîst e ji bo tunekirin û kêmkirina daneyên qetilkirina jinan nexebitîne. Bi aktîfkirina zagonan û rêgiriyê, em dikarin pêşî li qetilkirina jinan bigrin.”

Rojeva sereke ya jinan Guherîna Zagona Rewşa Kesane ye

Şede Beşîr destnîşan kir ku zagonên li Iraqê bûne sedema qetilkirina jinan, guherîna zagona der barê Rewşa Kesane de li Iraqê bandorê li ser komkujiya jinan dike û got: “Guherîna zagona Rewşa Kesane ya bi hejmara 188 a sala 1959’an a Iraqê, yek ji mijarên girîng a çalakiyên me ye. Erêkirina zagonê karê me çalakvanan girantir kiriye. Guherîna zagona Rewşa Kesane yek ji pirsên me yên girîng a 8’ê Adarê ye. Bi riya dezgehên ragihandinê, em hewl daneyan belav bikin. Xebata li ser dozên jinan erka her kesê ye.”

Şede Beşîr di dawiya axaftina xwe de got: “Nêzî 50 endam di tora me de ji bo pirsgirêka jinan dixebitin. Tora me ji bo zêdekirina endaman her dem vekiriye. Bi armanca kêmkirina tundiya li ser jinan em dixebitin. Bi riya panel, semîner û çalakiyan em hewl didin dawî li êrîşên li dijî jinan bînin, feraseta paşverû ya li Rojhilata Navîn serdest e biguherînin.”