Dê ji bo hemû jinên berxwedêr, zincîra hevgirtinê bê avakirin

Di roja 21’ê Tebaxê de li Qada Avcilarê di şexsê jinên ji Afganîstanê yên li dijî polîtîkayên zextê yên Talîbanê li ber xwe didin de, ji bo hemû jinên li Rojhilata Navîn têdikoşin, dê “zincîra hevgirtina jinan” bê avakirin.

Navenda Nûçeyan- Talîbanê ku li Afganîstanê piştî 20 salan careke din rêveberiya welat bi dest xist, bi taybet li ser jin û keçan zextên xwe yên dijmirovane li ser gel didomîne. Tevgera Jinên Azad (TJA), di şexsê jinên Afganistanê yên ku ev salek e li dijî rejîma Talîbanê li ber xwe didin, ji bo piştgiriyê bidin hemû jinên Rojhilata Navîn, dê li Stenbolê zincîra jinan ava bike.

Têkoşîn û hevgirtin sînor nas nake

TJA'ê ku ji bo zincîra hevgirtina jinan a ku dê 21'ê Tebaxê roja Yekşemê saet 15.00'an li Qada Avcilarê bi dirûşmeyên "Nan kar azadî" û "Jin jîyan azadî" pêk were bang li hemû jinan kir, balkişand ku têkoşîn û hevgirtin sînoran nas nake.