Dê ji Aysel Tûglûk re tazmînat bê dayîn: Mafê wê ya meş û civînê hat binpêkirin

Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê siyasetmedara girtî Aysel Tugluk a bi nexweşiya demansê, biryar da ku "mafê wê ya meş û civînê“ hatiye binpêkirin û 13 hezar û 500 TL tazmînata menewî jê re bê dayîn.

Navenda Nûçeyan - Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), di serlêdana girtiya nexweş Aysel Tugluk a siyasetmedar de biryara binpêkirinê da. Ji ber ku di 8'ê cotmeha 2010'an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê tev li civîneke ku ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûbû, doz li Tugluk hatibû vekirin û di dozê de derbarê wê de biryara taloqkirina peyketinê û ji bo 3 salan kontrola edlî hatibû dayîn. Parêzerên Tûglûk, vê biryarê li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê îtîraz kiribûn û dadgehê îtîrazê red kiribû. Li ser vê parêzeran serî li AYM'ê dabû. 

Biryara binpêkirinê

AYM'ê serlêdanê qebûl kir û diyar kir ku bi biryara taloqkirina peyketinê û kontrola edlî ya ji bo 3 salan a derbarê Tugluk de "mafê wê yê azadiya ramanê, civîn û meşê" hatiye binpêkirin. AYM'ê her wiha biryar da ku Tugluk ji nû ve bê darizanin û 13 hezar û 500 TL tazmînata menewî jê re bê razandin. 

AYM'ê beriya çend rojan serlêdana Tugluk ku ji bo girtina wê ya duyemîn di doza Kobanê de hatibû kirin bêyî "di esasê de lêkolîn" bike red kiribû. 

Parêzera Tugluk Reyhan Yalçindag, biryara ku hatiye dayîn nirxand û ev tişt got: "Di serlêdanên biesas de biryara redê didin û di mijarê hêsan de jî biryara binpêkirinê didin û dixwazin çav girê bidin."