“Dê edalet rojek ji bo her kesê pêwîst bike”
Nobeta edaletê ya ku piştî biryar girtina doza Geziyê û girtina 7 kesan dest pê kir, her şev li ber Odeya Mîmaran a Şaxa Buyukkentê ya Stenbolê berdewam dike.
ELÎF AKGUL
Stenbol- Nobeta edaletê ya ku piştî di 25'ê Nîsanê de danişîna doza Geziyê ya ku karsaz Osman Kavala jî di nav de derbarê 16 kesan de biryar hat dayîn şûnde, ji aliyê Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) ve hatibû destpêkirin, berdewam dike. Seroka Odeya Mîmaran TMMOB'ê a Şaxa Buyukkentê ya Stenbolê Esîn Koymen a ji ajansa me re axivî, diyar kir ku Nobeta Edaletê moral dide hevalên wê yên di girtîgehê de ye û wiha got: “Em bi hêvî ne. Dê Siberojên me hîn xweşiktir bibe.”
Yek ji beşdarên Nobeta Edaletê ya 44'emîn a li Karakoyê jî Forûma Jinan a Yogûrtçu bû. Ayşe Uyguner û Cemîle Kahraman ku ji ajansa me re axivîn, bi bîr xistin ku Forûma Jinan a Yogûrtçê bi berxwedana Geziyê re avabûye.
“Em hemû li Geziyê bûn”
Ayşe Uyguner bi gotina "Em hemû li Geziyê bûn" dest bi axaftina xwe kir, wiha axivî: “Ew wek dubarebûna geziyê ye. Wek parastina Geziyê ye û edalet ji bo her kesî pêwîst e. Dê edalet rojekê ji bo hemûyan pêwîst be.”
Cemîle Kahraman a got wiha berdewam kir: “Me li Parka Yogûrtçû ya Kadikoyê dest pê kir. Di meha Hezîrana 2013’an û hîn jî her roja Çarşemê, li Kadikoyê tên gel hev. Ya rastî, di wateyekê de em weke jin Geziyê didin berdewam kirin. Em ji ber azadiya girtiyên Gezî dixwazin û li dijî girtina wan a bêedalet ya li girtigehan derdikevîn li vir in. Em hêvî dikin, dixwazin û daxwaz dikin ku ew bigihîjin mafên herî bingehîn ên mirovan. Em ji ber vegotina van li vir in.”
“Hevalên me yên girtî dibînin ku ne bi tenê ne”
Seroka Odeya Mîmaran TMMOB'ê a Şaxa Buyukkentê ya Stenbolê Esîn Koymen ku nobetê da destpêkirin jî ji ajansa me re axivî.
Esîn Koymen a dibêje: “Bi rastî jî Nobeta Edaletê ya ku ev 44 roj in em berdewam dikin hişyariya raya giştî jî pêktîne. Em di van Nobeta Edaletê de bi awayekî ku hemû hewldanên qirêj ên derbarê Geziyê de vala derdixin, Geziyê jî nû ve vedibêjin”, wiha axivî:
“Odeyên pîşeyî, rêxistinên sivîl û bi rastî jî hevgirtina bajaran piştgirî didin vê nobetê û bi giranî xwediyê nobetê jî ev in. Partiyên siyasî jî li avahiyan piştgirî didin nobetê. Nobet çiqasî qelebalix be, dengê wê çiqas bilindtir derdikeve û di çapemeniyê de cih bigre, hevalên me yên girtî jî dibînin ku ew ne bi tenê ne.”
“Têkoşîna qada jiyanê, azadî û mafan parçeyek Berxwedana Geziyê ye”
Esîn Koymen wiha got: “Xwişka me Mûcella jî sekreteriya vê Lijneya Piştgiriyê ya ÇED’ê dikir. Birêz Tayfun endamek vê bû. Can Atalay têkoşîna hiqûqî ya hemû dozên ku me vedikirin dimeşand.” Esîn Koymen axaftina xwe wiha berdewam kir:
“Dema em li van hemûyan dinêrin, her kes dizane ku hemû têkoşîna bajaran, qada jiyanê, azadiyan û têkoşînên li ser mafan tên kirin Berxwedanek Geziyê ye. Em hewl didin li gel hemû pêkhateyên Geziyê, dengê xwe li vir bidin bihîstin. Em niha bi hevalên xwe re bi rêya parêzaran agahdar bibin. Nobetên li vir ji wan re hesta ku di hundur de ne bi tenê ne dide jiyîn. Zanîna ku têkoşîna wan dema ew girtî bin jî berdewam dike wan kêyfxweş dike.”
“Gel serhildana xwe tîne ziman”
Esîn Koymen, destnîşan kir ku Berxwedana Gezî ne “teror e” têkoşîna maf û azadiyê ye, ne tenê ji aliyê qadên jiyanê ve di warê maf û azadiyan de jî têkoşînek demokratîk a mafan e û ev yek di Nobeta Edaletê de jî dubarê dubarê tê vegotin û diyar kir ku nobetên edaletêyên cuda yên ku li seranserê Tirkiyeyê tên girtin jî “nîşan dide ku gel ji rejîmeke zordar û otorîter çiqasî ne kêyfxweş e”:
“Gel serhildana xwe tîne ziman. Li dijî neheqiyên ku li her derê rû bi rû dimînin têdikoşin. Û bi rastî ji aliyekî ve jî ew radixe berçavan: Divê ev pergala rêveberiyê berdewam neke. Mirovan naxwazin li welatekî ewqas zordar, ewqas antîdemokratîk, hiqûq ewqas hatine rewşa amûrek û rewşa lîstika îqtîdarê û her kes ji sibêroja xwe bi fikar e, bijîn.”
Esîn Koymen a destnîşan kir ku mirovan ji bo mafên xwe yên demokratîk, ji bo azadiya xwe, ji bo serweriya hiqûqê û ji bo edaletê nobetê digirin, wiha got: “Ev tê wê wateyê ku hêviyên wan ên ji bo sibêrojê xilas nabe. Ya yek ji me neqediya. Em bi hêvî ne. Dê Siberojên me hîn xweşiktir bibe” û anî ziman ku heta hevalên wê azad bibin dê nobetên wan bidome.
Çi qewimî bû?
Di doza Geziyê ya ku 16 kes hatin darizandin ji nû ve hat ditîn de, 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ji Osman Kavala re ji ber hewldana jiholêrakirina hikûmetê cezayê muebetê û ji bo Mucella Yapici, Çîgdem Mater, Hakan Altinay, Mîne Ozerden, Can Atalay, Tayfun Kahraman û Yîgît Alî Ekmekçî jî bi hinceta alîkariya vî sûcî kirine 18 sal cezayê girtîgehê dabû.
Der barê Mucella Yapici, Çîgdem Mater, Hakan Altinay, Mîne Ozerden, Can Atalay, Tayfun Kahraman û Yîgît Alî Ekmekçî de, bi hukm re biryara girtine dabû. Mucella Yapici, Çîgdem Mater, Hakan Altinay, Mîne Ozerden, Can Atalay û Tayfun Kahraman heman rojê biribûn girtîgehê.
Piştî biryarê, Nobeta Edaletê ya li Çaglayanê ku ewil ji bo parêzer Akîn Atalay ê di doza Cumhuriyetê de girtî bû û ji bo parêzerên girtî dihatin kirin dîsa dest pê kiriye û her wiha Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahisazên Tirk li Karakoyê li ber avahiyên xwe nobeta Edaletê dabûn destpêkirin.