Dê di ‘Roja Jinan a Navneteweyî ya Tûnisê’ de meş were lidarxistin

Bi wesîleya Roja Jinan a Neteweyî ya Tûnisê, di 13’ê Tebaxê de jinên ku xwe ji bo meşê amade dikin bertek nîşanî binpêkirinan dan û gotin: “Em ê vê rojê ne weke roja pîrozbahiyê weke roja têkoşînê pêşwazî bikin.”

NAZIHA BOUSSIDÎ

Tûnis- Jinên Tûnisî Roja Jinan a Neteweyî ya Tûnisê di 68’emîn salvegera wê de ji bo roja 13’ê Tebaxê xwe amade dikin. Jin ji ber krîza siyasî, pirsgirêkên aborî yên zêde dibin û mercên ku xirab in, xwe ji çalakiyên ji bo wê rojê re amade dikin. Der barê mijarê de di daxuyaniya ku ji aliyê Hêza Femînîst ve hat dayîn de bal hat kişandin ku dê 13’ê Tebaxê ji pîrozbahiyê wêdetir dê weke roja têkoşînê pêşwazî bikin.

Dê pîrozbahî neyê kirin

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser astengirina maf û azadiya jinan û wiha hat gotin: “Ji ber binpêkirinên heyî, em Roja Jinan a Neteweyî ya Tûnisê pîroz nakin. Bi meşa ku em ê li dar bixin, em ê daxwaz bikin ku hemû jinên ji ber xebatên xwe yên giştî hatine binçavkirin demlidest werin berdan, rojnamegerên jin, jinên di saziyên civakî de dixebitin û lêpirsînên ku li dijî siyasetmedar û aktivîstên jin hatine destpêkirin bi dawî bibin. Em ê bixwazin otorîteya heyî destên xwe ji ser darazê bikşîne.”

‘Divê em derbikevin û dengê xwe bidin bihîstin’

Têkildarî mijarê endama Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Ahlam Bousserwal, ji ajansa me re axivî û wiha got: “Hêza Femînîst bi hemû hevgirtiyên xwe re dê di 13’ê Tebaxê de meşek li dar bixe. Roja Jinan a Neteweyî ya Tûnisê ne roja pîrozbahiyê dê roja têkoşînê be. Civaka sivîl û siyasî û hemû jin ji bo vê meşê hatin vexwendin. Ev roj ji bo me pir girîng e. Divê em li Tûnisê ji nava aloziyên ku jin neçarî wan mane derbikevin û dengê xwe bidin bihîstin.”

‘Gelek binpêkirin hene’

Ahlam Bousserwal, diyar kir ku jin ji ber nêrînên xwe hatine girtin û wiha domand: “Gelek jin ji bo debara xwe bikin, ji bo biçin nava zeviyan di kamyonên ku siwar bûn de qeza derbas kirin û mirin. Digel vê jin ji warê siyasê hatin dûrxistin û gelek binpêkirin li dijî jinên Tûnisê çêbûn. Ên welat bi rêve dibin, li dijî binpêkirinan dernakevin û tu daxuyanî nadin lewre ji bo wan jiyana jinan bi qasî polîtîkayên giştî girîng nîn e!”

Ahlam Bousserwal, di dawiyê de ji ber binpêkirinên heyî jinan û hevgirtiyên saziyên civaka sivîl ji bo daxwaza mafan vexwend meşê.