Dê cenazeyê Nagîhan Akarsel sibê bibin Enqereyê

Tê payîn ku cenazeyê Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnamevan Nagîhan Akarsel sibê bibin Enqereyê.

Navenda Nûçeyan – Cenazeyê Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen, nivîskar û rojnamevan Nagihan Akarsel ku di 4ê Cotmehê de li Silêmaniyê li Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrîşa çekdarî de hat qetilkirin dê sibê bibin Enqereyê.

Cenazeyê Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê ji aliyê jinan ve bi dirûşma "Jin jiyan azadî" ber bi Hewlêrê ve hat şandin. Cenazeyê Nagîhan Akarsel ji ber karên definkirinê ev 2 roj bûn li Hewlêrê hat girtin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, dema xebatên burokratîk bi dawî dibûn, hat hînbûn ku divê malbat biçe Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ya li Hewlêrê û belgeyekê bipejirîne û pêvajoya şandinê jî heta sibê hat taloqkirin. Cenaze dê sibê saet di 13.00'an de bibin Enqereyê.

Wê merasîmeke girseyî bê lidarxistin

Cenaze ewil dê sibê bibin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Enqereyê. Piştî karên li ATK'ê dê sewqî gundê Xelikan ê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê bê kirin. Cenazeyê Nagîhan Akarsel dê li Goristana Xelikanê bi merasîmeke girseyî ji aliyê jinan ve bê definkirin.