Dê 150 malbatên li Kampa Holê vegerin Iraqê

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku amadakerî hatine temamkirin ku 150 malbatên din ên koçberên Iraqê ji kampa Holê werin vegerandin.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo vegera koçberên Iraqê ya ji kampa Holê, hemû amadekariyên bi aliyên peywendîdar yên bi îdareya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê re hatine kirin.

Wezaretê da zanîn ku divê çarçoveyê de wê vê carê 150 malbat ji kampa Holê werin vegerandin û biryare heftiya bê ev koçber bigihin Iraqê.

Wezaretê destnîşankir ku heta niha nêzî 20 hezar malbatên Iraqî li kampên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê mane û hewldanên ji bo vegerandina hemû koçberên Iraqî berdewam dikin.