Dê 12’emîn Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz bê lidarxistin

Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz a 12'yemîn wê 28'ê Hezîranê li Zurîchê bi mijara rêxistiniya jinê û piştevaniya çandî pêk were.

Navenda Nûçeyan – Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz ku ji bo bîranîna yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara) her sal tê lidarxistin, îsal cara 12'yan pêk tê. Festîval wê li bajarê Zurîch ê Swîsreyê di 28'ê Hezîranê de li qada Kasernenarealê pêk were û bi dirûşma 'Bi Jin, Jiyan, Azadî em rêxistiniya demokratîk ava dikin' wê jin li hev kom bibin. 

Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) wê pêşengiyê ji festîvalê re bike û gelek saziyên jinan tevkariyê jê re bikin. Amadekariyên ji bo festîvalê dewam dikin. 

6 meclîs, 5 komun û 5 înîsiyatîfên ser bi YJK-S'ê seferberî ragihandin û beşeke mezin a amadekariyên teknîkî qedandin.

Jin li herêmên lê ne serdana mal û dikandaran dikin, belavokan belav dikin û banga tevlîbûna li festîvalê dikin. Her wiha serdana partiyên siyasî û saziyên jinan ên li Swîsreyê jî tê kirin û ji bo piştgiriya bi festîvalê re bang tê kirin.

Hunermendên ku îsal derkevin ser dikê jî diyar bûn. Hunermend Sasa Serap, Jala, Zerîfa Zerrîn, Gulan, Silav Rojava, Awazê Mîtra û Koma Erbanê ya ser bi Tevgera Çandê ya Mizgîn wê hunera xwe pêşkêş bikin. Her wiha koma dansê ya jinan û Koma Govendên Kurdî ya Swîsreyê wê reng bidin festîvalê. Weke her sal wê konê dengbêjên jin jî bê vedan.

Ji bo zarokan wê qadên lîstikê û standa Zarok Ma jî hebe. Her wiha ji bo mirovên serdana festîvalê bikin standên xwarinê û agahdarkirinê yên saziyên jinan wê bêne danîn.