Dayikên Laçik Sipî êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê, dayikên Laçik Sipî yên Başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe diyarkirin û dan zanîn ku divê hemû kes li dijî van êrîşan derbikevin.
Silêmanî- Nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê li ser xaka Başûrê Kurdistanê her roja ku diçe li herçar aliyên Kurdistan û derveyî welat berfirehtir dibe. Dayikên Laçik Sipî yên Başûrê Kurdistanê ku ji dayikên bi temen û dayikên şehîdan pêktê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi çalakiyekê nerazîbûna xwe diyar kirin û daxuyanî da û daxwaz kirin ku hikumeta Iraq û hikumeta herêma Kurdistanê li beramberî êrîşan bêdeng nebin û xaka Kurdistanê radestê dijmin nekin. Dayikên Laçik Sipî li ber deriyê nivîsgeha parlemena Iraqê çalakî li darxistin û daxuyaniyek bi bi diruşma “Emê bi Lacikên xwe yên Sipî li beramberî çekan şer bikin” radestî parlemena Iraqê kirin.
Daxuyaniya dayikan ji aliyê dayika Laçik Sipî ya bi navê Fewziye Ebdulkerîm ve hate xwendin û di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Roj bi roj sîstema dewleta dagirker ya Tirk li ber hilweşandinê ve diçe û azadbûna Kurdistanê mîsoger dibe, lê belê dewleta Tirk weke malê xwe Kurdistanê talan û wêran dike. Bi siyaseta xwe ya dagirker, dar biriye, çekê kimya bi karaniye hemû kiryarên dij mirovane pêkaniye, her roj xwîna rola me dirêjin ku ewe hêz dide me û wisan dikin ku em li qadan bin. Erkê her Kurdekê ye li xaka xwe xwedî derbikeve û bi parêze, helwesta dayîkan helwestek bi wateye. Em weke dayîkan hemû cûrên pilangeriyê şermezar dikin. Weke dayîkên Başûrê Kurdistanê em hewla bi dawî anîna dagirkeriyê didin û emê dengê xwe yê aştîxwaz bilind bikin û em dibêjin ‘Em êdî naxwazin rola xwe ji dest bidin.’”
Nameyek ji çend xalan pêktê dayikên lacik Sipî ku ji 5 xalan pêktê radestî Parelemena Iraqê kirin wiha ye:
“*Em daxwazê ji hêzên avdewletî û cîhanî netweyên Yekgirtî, rêxistinên mafê mirovan ku bangeşeya azadiyê dikin ku xwedî helwest bin.
Daxwaz ji serokwezîrê hikumeta Iraqê û encumena Nunerên Iraqê dikin ku vê bêdengiyê bişkênin û rê nedin rola me ji holê rabe.
Em rê bi tu hêzên navxweyî nadin bibin celadê rola me, dema were beramberî gel û li ser dadperweriyê emê dengê xwe derbixin.
Divê gelê Kurd di hemû rewşan de xwedî rola parastina xak û gelê xwe be.
Em weke dayikên Lacik Sipî daxwaz ji hemû dayikên Lacik Sipî yên Kurdistanê dikin Lacikên xwe bi hevre girê bidin xwe bigihinin aştî û azadiyê.”