Dayikên Aştiyê ji bo Werîşe Mûradî daxuyanî dan

Dayikên Aştiyê ji bo ku cezayê darvekirinê yê li endama KJAR’ê Werîşe Mûradî hatiye birîn şermezar bikin hatin ba hev û gotin: “Jin jiyan e, bila jiyanê nekujin.”

Amed- Li endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) girtiya siyasî Werîşe Mûradî 10’ê Mijdarê li şaxa 15’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi îdiaya “îxaneta li welat” cezayê darvekirinê hat birîn.

Li dijî cezayê darvekirinê gelek aliyan bertek nîşan dan

Dayikên Aştiyê li Amedê ji bo cezayê darvekirinê şermezar bikin hatin ba hev. Dayikên Aştiyê li ber avahiya saziya xwe ya li Rezana Amedê hatin ba hev û daxuyanî dan.

‘Jin jiyan e’

Daxuyanî ji aliyê Murvet Demîr ve hat xwendin, Murvet Demîr got ku ew cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî hatiye birîn napejirînin û wiha got: “Em ji bo Werîşe Mûradî ya cezayê darvekirinê lê hatiye birîn li vê derê ne. Em bang li dewleta Îranê dikin; dawî li cezayên darvekirinê bînin. Em Dayikên Aştiyê li dijî vê biryarê ne. Em ji vir bang li dewletên navneteweyî jî dikin, pêşî li cezayê darvekirinê bigrin. Jin jiyane, bila jiyanê nekujin.”

Daxuyanî bi dirûşmên; “Jin, jiyan, azadî”, “Em îdamê naxwazin” bi dawî bû.