Dayikên Aştiyê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bang kirin

Dayikên Aştiyê yên Minbicê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin, bang li CPT’yê û hemû saziyên mafên mirovan kirin ku peywirên xwe bi cih bînin û diyar kirin ku dê asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Minbic – Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Minbicê, der barê tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û astengkirina hevdîtina malbat û parêzeran de daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li navenda bajarê Minbicê ji aliyê dayika şehîd Ehmed Kenan, Emîna Kanan ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku rayedarên dewleta Tirk mafên bingehîn ên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan binpê dikin û ji 25’ê Adara 2021’ê ve agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin.

Ji bo CPT’ê banga bicihanîna berpirsyariyan hat kirin

Dayikên Aştiyê, di serî de li CPT’yê bang li saziyên mafên mirovan kirin ku berpirsyariyên xwe li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bînin û ji bo rakirina tecrîda li ser wî bixebitin.

Dayikên Aştiyê diyar kirin ku dewleta Tirk û hêzên komploger bi siyaseteke qirêj Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan revandine û xwestine îradeya wî û berxwedana wî ya bêhempa bişkînin.

Dayikên Aştiyê, diyar kirin ku dê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê geş bikin.