Dayikên Aştiyê: Başûrê Kurdistanê di xeterê de ye

Dayikên Aştiyê yên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê daxwaza xwe ya ji bo yekîtiya neteweyî anîn ziman, ji hêz û partiyên Kurd xwestin yekîtiya neteweyî ava bikin.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Doza yekîtiya neteweyî ya Kurd li Kurdistanê wekî fikareke sereke û çarenûsî, bi salan e tê ziman. Bi taybetî ji ber ku berjewendiyên hêzên herêmî û navneteweyî li Rojhilata Navîn diguherin û bandorê li hebûn û statuya Kurdan dikin.

Daxwaz û bangên tên kirin girîngiya çêkirina stratejiyeke hevbeş û yekgirtî ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî yên gelê Kurd li Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê jî, derdixin holê.

Li ser statûya Başûrê Kurdistanê gefên Iraqê û hêzên navneteweyî hene. Daxwaz hatiye kirin ku çekên pêşmergeyan bikeve destên Iraqê. Gefên li ser Başûrê Kurdistanê senaryoya komploya li dijî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê çêbû, bi bîra Kurdan dixe û metirsiyên zêdetir çêdike.

Vê carê jî Dayikên Aştiyê yên li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bang li partiyên Kurd dikin û daxwaza dûrketina ji berjewendiyên partiyan ên teng kirin diyar kirin ku divê Kurd ji bo yekîtiya xwe êdî bixebitin.

‘Çima partiyên Kurd li hev nacivin û piştgiriyê nadin hev?’

Eqîma Hisên bi pirsa ku çima partiyên Kurd li hev nacivin û piştgiriyê nadin hev dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Çend sal in em şehîdan dispêrin axê divê ku xwîna wan û destkeftiyên mezin ên me bi dest xistibûn, vala neçin. Bila partiyên siyasî yên Kurd li hev bicivin da ku em bibin xwedî mafên jiyanê.”

‘Derbeya ku li Rojava xistin dixwazin li Başûrê Kurdistanê jî bixin’

Eqîma Hisên bi gotinên; ‘çima Kurd her dem bê welat tên hiştin’ wiha berdewam kir: “Ereb xwedî 22 dewletan in lê çima Kurd bi milyonan kes in û bê welat in. Wê çima ewqas dewlet li hemberî Kurdan komployan çêbikin, çima Kurd guhdarî Emerîka û Îsraîl bikin? Piştî ku Emerîkayê derbe li Rojavayê Kurdistanê xist, niha berê xwe daye Başûrê Kurdistanê. Dixwazin vê carê çekên Pêşmergeyan bigrin û bidin destên Iraqê. Bila Başûrê Kurdistanê ders ji Rojava bigre. Dem hatiye ku partiyên Kurdî helwestên xwe bikin yek. Em Kurd pir in divê em jî bibin xwedî statûyek bihêz.”

‘Kurdistan ji gelek dewletên Ereban mezintir e lê hê jî serbixwe nebûye’

Eqîma Hisên ji taloqkirina mijara yekîtiya neteweyî hêrse xwe anî ziman, bang li partiyên siyasî yên Kurdî kir û got: “Dema şerê birakujiyê çû, em rica ji we dikin, bi destên hev bigrin da ku em bibin xwedî welat. Gelek dewletên Ereb ên biçûk hene, çima em Kurd heta niha nebûne dewlet an jî welatekî me yê azad tune ye. Qey Filistîn ji Kurdistanê yan jî ji Rojavayê Kurdistanê mezintir e bûye dewlet. Na, Kurd ji wan zêdetir in lê çima dewleta me û welatekî me tune ye. De bila partiyên Kurd li hev bicivin û çareseriyek ji doza gelê Kurd re bibînin.”

Ji bo Başûrê welat peyam

Eqîma Hisên ji bo Başûrê Kurdistanê ev peyam da: “Bila pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê çekên xwe radestî Iraqê nekin. Ji bo rewşa Başûr jî divê ku partiyên Kurdî bicivin tu tişt dereng nexin, lez bidin xebatên yekîtiyê. Ku em Kurdistana xwe ava nekin wê tu kes piştgiriya me neke. Ji derveyî Kurdan kesek wan tune ye. Kesên Kurdan çiya û çekên me ne, em bi çiya û çekan, xwe diparêzin ne bi hebûna Emerîka û Îsraîlê.”

‘Sedema ku dijmin li Kurdan bûne yek ew e ku Kurd heta niha nebûne yek’

Etiya Ûrûc jî da zanîn ku yek ji sedemên dijmin li ser serê Kurdan bûne yek, ew e ku hê jî Kurd nebûne yek, dijminatiya hev dikin û wiha pêl da gotinên xwe: “Divê ku Kurdên çar aliyên Kurdistanê bibin yek û bi hev re barê welat rakin. Ji bo ku destkeftiyên me ji destên me neçin divê em bi hev re bixebitin û êdî winda nekin divê ku ji dil em ji bo wê bixebitin. Em îro ketine pêvajoyeke nû divê partiyên Kurd hemû pirsgirêkên xwe yên navxweyî bidin aliyekî û xwedî li yekîtiya xwe derkevin. Divê Kurd ji bo xwe bikin, ji ber ku tu kes ji me re tiştek neke.”

Başûrê Kurdistanê di metirsiya Helebceya duyem û serkeftina ezmûna yekîtiyê de ye

Etiya Ûrûc got ku şêniyên Başûrê Kurdistanê dibêjin ger ne ji PKK’ê û gerîlayên azadiyê bûya wê Başûrê Kurdistanê bibûya Helebceya duyem û wiha pêwîstiyên demê bilêv kir: “Bila Kongreya Neteweyî ya Kurd çêbibe, çimkî wê bikeve xizmeta hemû Kurdan.”