Dayîkên Şemiyê li aqûbeta Mustafa Mehmet Gunkan pirsîn
Dayîkên Şemiyê di hefteya hezar û 117’emîn a çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê kom bûn û xwestin ku aqûbeta Mustafa Mehmet Gunkan ê ku 32 sal berê li Hênê di binçav de hatibû windakirin, bê aşkerakirin.
Navenda Nûçeyan – Dayîkên Şemiyê, bi daxwaza “Windayan bibînin, sûcdaran bidarizînin” li Qada Galatasarayê ji bo hefteya hezar û 117emîn a protestoyên xwe gihîştin hev. Di xwepêşandana ku wêneyên windayan û qurnefîl hatin hilgirtin de, bal kişandin ser çarenûsa Mustafa Mehmet Gunkan ku muxtarê gundê Akçayurt ê navçeya Hêne ya Amedê bûye û 32 sal berê di binçavde hatibû windakirin. Daxuyaniya çapemeniyê ya çalakiyê ji aliyê Yeşîm Bektaş ve hate xwendin.
‘Îşkence û windakirina bi helîkopterê li Qereqola Topçularê’
Yeşîm Bektaş diyar kir ku piştî serdegirtina li taxa Akçayurt a di 13’ê Hezîrana 1994’an de, welatî li deverek nêzîkî Qereqola Cendirmeyan a Topçularê kom bûne û Mustafa Mehmet Gunkan li wir rastî îşkenceyên giran hatiye. Yeşîm Bektaş anî ziman ku Mustafa Mehmet Gunkan piştî serbestberdanê çûye Enqerê û binpêkirinên mafên mirovan ji rayedaran, Komeleya Mafên Mirovan û çapemeniyê re ragihandiye. Yeşîm da zanîn Mustafa Mehmet Gunkan behsa şewitandina taxê û şikandina perên xwe kiriye. Yeşîm Bektaş diyar kir ku Mustafa hewlên xwe yên ji bo vegera li taxa xwe domandiye û di 18’ê Tebaxa 1994’an de careke din Qereqola Cendirmeyan a Topçularê gazî wî kiriye. Yeşîm Bektaş got ku Mustafa Mehmet Gunkan bi helîkoptereke leşkerî ji wir hatiye birin û ji wê rojê ve tu agahî jê tune ye. Wê destnîşan kir ku tevî serlêdanên malbatê ji hemû saziyên fermî re û bangên çalakiya lezgîn ên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî, lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin û sûcdar bi bêcezatiyê têne parastin û nehatine darizandin. Yeşîm Bektaş tekez kir ku heta çarenûsa Gunkan û hemû windayan neyê eşkerekirin, ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.
‘Heta gorekî me jî tune ku em lê nimêj bikin’
Piştî daxuyaniya çapemeniyê, ji Komîteya Mirovên Şemiyê Nazim Dîkbaş nameyek ku ji hêla kurê Mustafa Mehmet Gunkan Heybet Gunkan ve hatiye nivîsandin xwend. Di nameyê de hat gotin ku Mustafa Mehmet Gunkan ku di havîna 1994’an de muxtarê gund bû, ji ber ku wî binpêkirinên mafên mirovan anîbû ber çavan, bûye hedef. Li gorî îfadeyên şahidan, Mustafa Mehmet Gunkan di rêya vegerê de ji aliyê qereqola polîsan hatiye girtin û wî bi helîkopterê birine.
Heybet Gunkan diyar kir ku wan di 32 salên dawî de serî li her saziyekê dane û lêgerîna xwe ya edaletê berdewam kirine. Di nameyê de wiha hat gotin: “Me qet dev ji lêgerîna edaletê bernedaye. Lê belê, em hîn jî çarenûsa bavê min nizanin. Heta gorekî me jî tune ku em lê nimêj bikin.” Di nameyê de hat xwestin ku çarenûsa Mustafa Mehmet Gunkan bê eşkerekirin, bûyer bi tevahî were lêkolînkirin û lêpirsînek bi bandor li ser kesên ku wê demê li ser kar bûn û beşdarî bûyerê bûn were kirin, her wiha berpirsyar li ber qanûnê hesab bidin.
Banga ji bo rûbirûbûna bi paşerojê re û rakirina astengiyan
Ji Dayîkên Şemiyê Îkbal Eren, piştî daxuyaniyê axivî. Wê bi bîr xist ku heft sal berê dayîka wê Elmas Eren, dema ku li benda xatirxwestina ji kurê xwe Nahît Eren ê 39 sal berê di binçav de hatiye windakirin bûye, jiyana xwe ji dest daye.
Îkbal Eren, bang li dewletê kir û got, “Bêyî rûbirûbûna bi paşerojê re, bêyî bihîstina dengê ku dipirse ka 'Windahiyên me li ku ne?', hûn qet nikarin demokrasiyê bi dest bixin. Çarenûsa windahiyên me eşkere bikin û sûcdarên wan bînin ber dadgehê.”
Îkbal Eren, her wiha bang li Wezareta Karên Hundir kir û xwest ku astengiyên li Qada Galatasarayê werin rakirin û meydan ji bo malbatên windayan bibe cihê hevdîtinê.
Piştî ku malbatan qurnefîl danîn ber wêneyên windayan, çalakî bi dawî bû.