Dayikên Şemiyê li aqûbeta Kadîr Keremoglu pirsîn

Dayikên Şemiyê di çalakiya hefteya 995’an de li qada Galatasaryê hatin ba hev û li aqûbeta Kadîr Keremogluyê ku beriya 29 salan hatibû windakirin pirsîn.

Navenda Nûçeyan- Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta kesên di binçavan de hatin windakirin û qetilkirin, bipirsin di hefteya 995’an de li Qada Galatasaraya Stenbolê hatin ba hev.

Dayikên Şemiyê ku di destên wan de qurnefîl û wêneyên windakiriyan hebûn, di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Kadîr Keremoglu ku beriya 29 salan hat windakirin pirsîn. Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê seroka Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Gulserîn Yolerî ve hat xwendin, destnîşan kir ku ji ber li Tirkiyeyê daraz serbixwe nîn e her roja ku diçe êşa malbatên windakiriyan zêdetir dibe. 

‘Bû hedefa çeteyên girêdayî JÎTEM’ê’

Gulseren Yolerî piştre bi van gotinan çîroka Kadîr Keremoglu vegot: “Kadîr Keremoglû ji Geverê bû, tevî malbata xwe li Wanê dijiya. Malbateke halxweş bû, kesên girêdayî JÎTEM’ê bi gotina ‘navê we di lîsteya mirinê ya JÎTEM’ê de heye’ gef li malbatê dixwar û pere dixwestin. Dema malbatê ev yek red kir, bû hedef. Karsaz Kadîr Keremoglu 75 salî bû, di 14’ê Nîsana 1995’an de dema ji Mizgefta Keremoglu ya li navenda Wanê derdiket, ji hêla kesên di wesayîda torosa spî ya bi plakaya 01 EA 600 hat revandin.

Radestî Yeşîl hat kirin  

Di encama lêkolînên malbatê de derket holê ku kesên Keremoglu revandin, ew radestî Mahmût Yildirim ê bi nasnavê ‘Yeşîl’ kirine. Destpêkê birine navenda JÎTEM’ê ya li Wanê û piştre jî birine Fermandariya Lîwaya Cendirmeyan a Wanê. Di heman demê de malbatê xwe gihand agahiyên nasnameyê yên kesên tevli bûyera revandinê bûne û têkiliya wan bi JÎTEM’ê re heye. Malbatê bi Midûriyeta Polîsan a Wanê, Waliyê Wanê û Midûrê Giştî yê Midûriyeta Polîsan Mehmet Agar re ev agahî parve kir û xwest bavê wan were dîtin. Kesên ku di dîrokên cuda de xwe gihandin malbatê û xwe weke endamên daîreya şerê taybet û îstîxbaratê nîşan dan û efserekî bi payeya serheng, ji bo radestkirina Keremoglu ji malbatê fîdye xwest. Bûyer, di hejmarên 285 û 286 ên Kovara Aktuelê de bi berfirehî hat vegotin.

Hewldan bêencam man

Malbata Kadîr Keremoglu jî di 13’ê Çileya 1997’an de îfade da Komîsyona Lêkolînkirina Susurlukê ya Meclisê, bûyer vegotin û navê faîlan eşkere kir. Dosyaya Keremoglu di navbera edliyeyên Amed, Colemêrg û Wanê de hat û çû lê hemû hewldanên malbatê yên ji bo cezakirina berpirsyaran bêencam man. Dozê di sala 2015’an de birin Dadgeha Destûra Bingehîn lê hat redkirin. Li ser vê yekê jî malbatê doz bir DMME’yê.”