Dayîkên Şemiyê li aqûbeta Bekîr Demîr pirsîn
Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya hezar û 129’an de li aqûbeta Bekîr Demîr ku di 13’yê Cotmeha sala 1993’an de hatibû windakirin, pirsîn û gotin: “Em dev ji lêgerîna heqîqetê bernadin.”
Navenda Nûçeyan – Dayîk/Mirovên Şemiyê çalakiya xwe ya heftane bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya hezar û 129’an de li Qada Galatasaraya Stenbolê li dar xistin. Dayîkên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD’a Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan di çalakiyê de amade bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Bekîr Demîr ê ku di 13’yê Cotmeha sala 1993’an de hatibû windakirin, hate pirsîn.
‘Bi fermana fermandariya leşkerî li wesayîtê siwar kirin û birin’
Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê endama ÎHD’a Stenbolê Zeynep Yildiz ve hat xwendin.
Zeynep Yildiz da zanîn ku di hefteya hezar û 129’an de ji bo heqîqetê li vir in û wiha got: “Bekîr Demîr 29 salî û bavê 4 zarokan bû. Ji Êlihê bû û li Edeneyê dijiya. Li otogarê wekî ajokarekî taksiyê dixebitî. Hevalên wî yên kar Bekîr Demîr dawetî mala xwe ya li gundê Alacakepîrê, navçeya Pasûra Amedê kirin. Bekîr Demîr bi hevjîn û zarokekî xwe re çû gund. Di wê demê de Tugaya Bolûyê ya di bin fermandariya Yavûz Erturk de li herêmê operasyon li dar dixist. Di 13’yê Cotmeha sala 1993’an de, 30 kes li qada gund hatin komkirin. Bekîr Demîr, ji ber ku ne şêniyê gund bû, bi fermana fermandariya leşkerî li wesayîtê siwar kirin û birin. Hevjîna wî û şênîyên gund bûn şahidên bûyerê. Lê piştî wê rojê tu agahî ji Bekîr Demîr nehat stendin. Malbatê serî li fermandariya leşkerî û cendermeyan da, lê tu bersiv nehat dayîn. Di salên 1995 û 2002’an de malbatê daxwazname ji Dozgeriya Komarê re şand. Dozgeriyê bersiva ‘wê demê li wir tu operasyon pêk nehatiye’ da. Tevî ku ewqas şahidên bûyerê hebûn jî ev bersiv hat dayîn. Di daneyên Fermandariya Komandoyê ya 2’an a Bolûyê de, derket holê ku operasyon pêk hatiye.”
‘Ev 33 sal in em li pey heqîqetê ne’
Zeynep Yildiz destnîşan kir ku li gorî îfadeyên şahidan, Serdozgeriya Komarê ya Pasûrê di 3’ê Mijdara 2014’an de ji ber demboriyê biryara nehewcedariya darizandinê daye û wiha got: “Îtiraza malbatê jî di 5’ê Adara sala 2015’an de hate redkirin. Dozgeriya Leşkerî di 6’ê Mijdara sala 2011’an de arşîva Fermandariya Komandoyê ya 2’yemîn a Bolûyê xwest, lê fermandariyê arşîv bi hinceta ku avahiya arşîvê di bin avê de maye, neda. Bi vî awayî, derneket holê ku kîjan fermandar tevî operasyonê bûne. Malbatê dozê bir Dadgeha Bingehîn, lê dadgehê di 7’ê Sibata sala 2015’an de ji ber biryara demboriyê serlêdan qebûl nekir. Ev 33 sal in em li pey heqîqetê ne.”
Çalakî bi danîna qurnefîlan a li qadê bi dawî bû.