Dayikên Şemiyê: Kiryarên Abdullah Canan ceza bikin

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de xwestin kiryarên beriya 27 salan yên ku Abdullah Canan qetil kirin, werin cezakirin. Lawê wî Tayyüp Canan bang kir ku divê dawî li bê cezatî û pêkanînê dembûrî were anîn.

Stenbol- Dayikên Şemiyê ku her hefte ji bo aqûbeta windayên xwe bipirsin û kiryar bên eşkerekirin çalakiya xwe li dar dixin, di hefteya 929'an de bi awayek online çalakiya li darxistin. Çalakiya dayikên Şemiyê ya vê hefteyê pirsa kiryarên di beriya 27 sala di 17’ê Çileyê de li ser rêya Gever- Wanê cenazeyê Abdullah Canan (43) ji aliyê leşkeran ve hatî binçavkirin û di 21’ê Sibatê de hatî îşkencekirin werin cezakirin. Metna daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê dayika Şemiyê  Mukaddes Şamiloğlu ve hate xwendin.

‘Ji ber dest jî giliyên xwe bernedane gef lê tê kirin’

Mukaddes Şamiloğlu bal kişand li ser pêvajoya qetilkirina Abdullah Canan ku malbata ji aiyê leşkeran ve rastî zextan hatî û wiha hate gotin: “Abdullah Canan  ji ber vê yekê bi 7 mirovên xwe re qomtanê binbaşî Mehmet Emin Yurdakul yê Tabura Komandoya Çiya ya Geverê gilî kirin. li ser van giliyan binbaşî Mehmet Emin Yurdakul, Abdullah Cananû gazî dû kesên din kirin ku giliyên xwe paşde bikêşin. Ji ber Abdullah Canan giliyê xwe pêaşde nekêşa ji aliyê binbaşî  Mehmet Emin Yurdakul  ve gef lê hat kirin.”

Înkar kirin ku wî girtine binçavan

Mukaddes Şamiloğlu bi bîrxist ku piştî bûyerê Abdullah Canan di sihara 17’ê Çileya 1996’an de ji bo biçe Colemêrgê li ser rêya Gever û Wanê erebeya wî hat sekinandin û hat binçavkirin. Ew bi wesayita zirxî birin Tabura Komandoya Çiya ya Geverê. Malbatê serî li meqamên navxweyî û navneteweyî hemûyan xist. Lê belê hat înkarkirin ku hatiye binçavkirin.”

Bi îşkencê hatiye qetilkirin

 Mukaddes Şamiloğlu da zanîn ku: “Di 21'ê Sibata 1996'an de cenazeyê Canan ê îşkence lê hatibû kirin ji aliyê gundiyan ve hat dîtin. Canan bi guleyên ji mesafeya kurt hatibû berdan hatibû kuştin. Dest, ling û devê wî girtî danîbûn ber menfezeke li ser rêya Gever-Esendereyê. Piştî qetilkirina wî malbatê serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê da û giliyê Mehmet Emin Yurdakul kir. Li Tabura Geverê Kahraman Bilgiç îtiraf kir ku Canan bi îşkenceyê lêpirsîn kirine. Li ser fermana Mehmet Emin Yurdakul, fermandar Nihat Yigiter Canan bi çekê kuştiye. Di 12'ê Mijdara 1999'an de derbarê hemû bersûcan de biryara beratê hat dayin. Malbatê li ser vê yekê di 1'ê Kanûna 1997'an de doz bir Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê. Navê bersûcan diyar e lê bê ceza hatin hiştin."

Dosya birin AIHM

Mukaddes Şamiloğlu di derbarê daireya AIHM ya 3 de wiha got: “Di nava wan de leşker û personel cih girtin di beyana bersûc de wek tê famkirin Abdullah Canan di bin çavande hatiye girtin me bir dadgehê. Beriay ku were kuştin rastî îşkenceyên giran hatiye. Di heman demê de AIHM nêzikatiyên delweta Tirk yên hiqûqa navxweyî weke matmayî şîrove kir. Divê dewlet berpirsyartiya kuştina Abdullah Canan bigre ser milê xwe. Divê mertalên parastinê yên li ser kiryarin werin rakirin û cardin werin darazandin.”

Lawê Abdullah Canan: Dawî li bêcezatiyê binin

Piştre lawê Canan, Tayyup Canan mafê axaftinê girt û  bal kişand li ser di şexsê bavê wî de 17 hezar windayî hene û dewlet va windahiyan di veşêre û radigihînin ku dosya dembûrîne. Divê çi bie bila bibe divê kesên berpirsên windakariyan divê werin darazandin û cezakirin û ji bo kiryar werin cezakirin em dest ji têkoşînê bernadin û wiha got: “ew sucên ku li dijî miorvatiyê tê bi karanîn di bin destê dewleê de tê karanîn. Ez bang li dozgeran dikim pêkanînîn demborî tê wateya ihlala qanunê. Divê dawî li bê cezayî û demborî were anîn. Darizandina bersûcan ji aliyê sîstemê ve tê astengkirin. Lêkolîneke cidî nayê kirin. Em ê windayên xwe ji bîr nekin.”