Dayikên Şemiyê ji bo sê gundiyên hatin qetilkirin daxwaza edaletê kirin

Dayikên Şemiyê, aqûbeta sê gundiyên ku di bin çavan de hatin qetilkirin û cenazeyên wan hate windakirin pirsîn û ji bo gundiyan daxwaza edaletê kirin.

Stenbol – Berxwedana Dayikên Şemiyê ku çalakiya herî dirêj a Tirkiyeyê ye û ji bo daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên ku di bin çavan de hatine windakirin û darizandina sûcdaran hat destpêkirin, di hefteya 1076'emîn de jî berdewam kir. Malbatên windayan û parêzvanên mafên mirovan ên ku li Qada Galatasarayê kom bûn, qurnefîl û wêneyên windayan hilgirtin. Ji mirovên Şemiyê Setenay Yarici, daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Li Geverê hatin girtin

Di hefteya 1076'an de Setenay Yarici diyar kir ku 30 sal in ji bo Abdulkerim Şemsettîn Yûrtseven, Mîkdat Ozeken û Munur Saritaş edaletê dixwazin. Setenay Yariciyê wiha domand: "Di 27'ê Cotmeha 1995'an de, leşkerên Tabûra Komando ya Geverê, di bin fermandariya Serheng Mehmet Emin Yurdakul de, gihîştin gundê Agaçliyê yê Geverê. Gundî li qada gund hatin komkirin û kal û pîr bi erdê re hatin kaşkirin. Abdulkerîm Şemsettîn Yurtseven ê 73 salî ku di meşê de zehmetî dikişand, Mîkdat Ozeken ê 18 salî û Munur Sarıtaş ê 13 salî hatin binçavkirin û bi wesayîteke leşkerî birin Tabûra Jendermeyan a Navçeya Geverê. Dema ku malbat çûn tabûrê da ku li rewşa wan bipirsin, Serheng Yurdakul got, 'Ew ê 24 demjimêran werin binçavkirin.' Lêbelê, dema ku heman malbat roja din vegeriyan, ji wan re hat gotin, 'Me kes negirtiye, careke din neyên vir.' Serlêdanên wan bê encam man û careke din ji her sê gundiyan agahî nehat girtin."

Du gundî bi îşkenceyê hatin qetilkirin

Setenay Yarici, diyar kir ku bûyer di qeydên Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê de wekî yekîneyeke di bin fermandariya Mehmet Emin Yurdakul de Şemsettin Yurtseven, Mîkdat Ozeken û Munur Sarıtaş lêxistin hatiye tomar kirin û Şemsettîn Yurtseven miriye. Setenay Yariciyê anî ziman ku Mehmet Emîn Yurdakul, şahidê bûyerê bûye, fermana kuştina du gundiyên din daye, bi baweriya ku ew ê şahidiyê bikin. Setenay Yariciyê bilêv kir ku her du gundî li qada perwerdehiyê ya tabûrê bi îşkenceyê hatine kuştin.

Setenay Yarici, diyar kir ku doza  tevî îfade û îtîrafên şahidan hatiye vekirin, ji ber "delîlên ne bes" bi beraetê bi dawî bûye û got: "Îtîraza Dadgeha Bilind a Îstînafê jî di 2'ê Nîsana 2001'an de hat redkirin. Piştî ku rêyên hiqûqî yên navxweyî qediyan, malbatan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Di parastina xwe ya li hember DMME'yê de, hikûmeta AKP'ê binpêkirin qebûl kir, 'xemgîniya' xwe ji bo windabûna sê kesan anî ziman û soz da ku lêpirsîneke bi bandor bike."

‘Tu gavên berbiçav nehatine avêtin’

Setenay Yarici, anî ziman ku ji bo dîtina windayan û darizandina sûcdaran tu gavên berbiçav nehatine avêtin û di salvegera 30'yemîn a windabûna wan de lêpirsînek bi bandor xwest. Setenay Yarici, wiha berdewam kir: "Di derbarê îşkence û mirina sê gundiyên di bin çavan de û windabûna cenazeyên wan de pêvajoyek darizandina rastîn bidin destpêkirin."

Piştî ku Dayikên Şemiyê ji bo windayên di bin çavan de qurnefîl li Qada Galatasarayê danîn, çalakî bi dawî bû.