Dayîkên Şemiyê di hefteya 1001’emîn de li Qada Galatasarayê ne

Dayîkên Şemiyê ji Qada Galatasarayê ku di hefteya 1001’emîn a çalakiya xwe de careke din bang kirin û aqûbeta windayan pirsîn.

Stenbol - Dayîk û Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, cara 1001’emîn li Qada Galatasarayê hatin gel hev. Qad ji aliyê polîsan ve bi bariyerên hesin hate dorpêçkirin.

Dayîkên Şemiyê xwestin ku faîlên Mustafa, Fahrî, Ramazan, Ekrem û Alî Bulut ên ji heman malbatê, bêne eşkerekirin. Malbata Bulut sala 1994’an li navçeya Lîce ya Amedê hate windakirin.

Xwişka Hasan Ocak ê di bin çavan de bi êşkenceyê hate qetilkirin, Masîde Ocak qala çîroka Malbata Bulut kir.

Piştî daxuyaniyê Dayîkên Şemiyê qurnefîl danîn Qada Galatasarayê.