Dayîkên Şemiyê cihê gora Veysel Guney pirsîn

Dayîkên Şemiyê yên ku di hefteya 1002’emîn ya çalakiya xwe de ne, cihê gora Veysel Guney ê ku piştî darvekirinê cenazeyê wî winda bû, pirsîn û edalet xwestin.

Stenbol - Dayîkên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin û qetilkirin bipirsin û kiryar bên darizandin, di hefteya 1002’emîn li Qada Galatasarayê bûn.  Vê hefteyê cihê gora Veysel Guney ê 43 sal berê cenazeyê wî hatibû windakirin, pirsîn.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Besna Tosun ve hat xwendin de wiha hat gotin: “Em ê dest ji windahiyên, maf û azadiyên xwe bernedin. Di hefteya xwe ya 1002’emîn de em ji cihê Zeynep û Alî Guney ê ku negihîştine gora zarokê xwe, pirs dikin: Veysel Guney li ku ye? Veysel Guney ê 24 salî di 28’ê Kanûna 1980’an de piştî derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê li Dîlokê di serdegirtina malan de birîndar bû. Li Dadgeha Leşkerî ya Hêjmar 2 ya Fermandariya Awarte ya Leşkerî ya Herêma Edeneyê hat darizandin. Daxwaza wî ya parêzeriyê hat redkirin, mafê wî yê parastinê hat paşgûhkirin. Rûniştina pêşî di 6’ê Sibata 1981’an de hat dîtin û di danişîna duyemîn a 17’ê Sibata 1981’ê de bêyî ku tu delîlên ku sûcên li ser wî îspat bikin, cezayê darvekirinê lê hat birîn. Di 10’ê Hezîrana 1981’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Dîlokê bi derxistina qanûneke taybet bêyî biryara meclîsê hat înfazkirin.”

‘Înfaz û windakirina Veysel Guney sûcê mirovahiyê ye’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku cenazeyê Veysel Guney ji malbatê re nehatiye dayîn û hatiye windakirin:

“Serlêdan ji hemû rayedaran re hatin kirin, kampanya hatin meşandin û têkoşîna hiqûqî hate dayîn. Parlamenteran gelek caran bi pêşniyazpirsan mijar anîn rojeva Meclîsê. Lê hîna jî cihê gora Veysel nehatiye zanîn. Em di 43’emîn salvegera windakirina wî de carek din dubare dikin: Darvekirina Veysel Guney û windakirina cenazeyê wî sûcê mirovahiyê ye û ne di çarçoveya qanûnê de ye. Em bang li meqamên edlî dikin ku der barê darvekirin û windakirina Veysel Guney de pêvajoyeke hiqûqî ya bi bandor bidin destpêkirin. Çiqas sal jî derbas bibin, em ê ji bo Veysel Guney, ji bo hemû windahiyên xwe edaletê bidomînin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”