Dayîkên Şemiyê aqûbeta Husamettîn Yaman û Soner Gul pirsîn

Dayîkên Şemiyê di hefteya 892’emîn a çalakiya xwe de, Husamettîn Yaman û Soner Gul ên 30 sal berê hatine wendakirin pirsîn.

Stenbol – Ji bo pirsîna aqûbeta kesên ku di bin çavan de ahtine wendakirin û ji bo darizandina kujeran çalakiya Dayîkên Şemiyê di hefteya 892’emîn de ye. Dayîkên Şemiyê yên daxûyaniya xwe li ser rêya înternetê dan, di 30’emîn salvegera wendabûna wan de Husamettin Yaman û Soner Gul bibîr anîn.

Birayê Husamettîn Yaman Feyyaz Yaman ê beşdarî daxûyaniyê bû da zanîn ku piştî wendabûna birayê wî û Soner Gul serî li gelek saziyên fermî dane lê ti bersiv negirtine. 

Li ser navê Dayikên Şemiyê Derya Yildirim daxûyaniyê xwend. Derya Yildirim got: “30 sal e em dipirsin, Husamettîn Yaman û Soner Gul li kû ne? Neqebûlkirina me ne tenê ji bo wendabûna fîzîkî ya kesên ku em ji wan hez dikin e, her wiha ji bo wendabûna wijdan, edalet û hiqûqa dewletê ye jî”.

Ji parêzerên Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Derya Yildirim di daxuyaniyê de diyar kir ku binçavkirina Yaman û Gul nehatiye qebûlkirin û her dawî gotine ku wê rûmeta mirovahiyê îşkenceyê têk bibe. Yildirim, xwest ku dosya Yaman û Gul ji nû ve bê vekirin û heta ku li gorî hiqûqa gerdûnî hikm bê dayîn dosya vekirî bimîne. 

 

Di berdewamê de Yildirim, diyar kir ku ji bo Yaman û Gul û hemû windayan edaletê bixwazin û dev ji Qada Galatasaray bernedin.