Dayikên Şemiyê aqûbeta Duzgun Tekîn pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Duzgun Tekîn ê ku berî bi 27 salan ji aliyê JÎTEM'ê ve di jêpirsîne de bi îşkenceyê hat qetilkirin pirsîn.

Stenbol-  Dayikên Şemiyê ku her hefte ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kiryaran eşkere bikin, çalakî pêktînin, çalakiya xwe ya hefteya 914’an li dar xistin.

Di çalakiya ku onlîne hat li dar xistin de, aqûbeta Duzgun Tekîn ê bi nasnameya xwe yê sosyalît tê naskirin û beriya 27 salan ji mala xwe ya li kolana Guneş Evren ya Stenbolê ji aliyê hêzên girêdayî JÎTEM'ê ve hat revandin û bi îşkenceyê hat qetilkirin, hat pirsîn

Daxuyanî ji aktîvîstên şemiyê ji aliyê parêzer Ummuhan Kaya ve hat xwendin. Ummuhan Kaya diyar kir ku sersariya rayedaran a li hemberî êşên giran ên xizmên windayan ên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de tên jiyîn, rêbazeke îşkenceyê ye û gotina "Ev sûc e" bi kar anî. Ûmuhan ê ku çîroka Duzgun Tekîn ê 27 sal berê winda bûye vegot, destpêkê gotina dayika wî  Elîf tekîn ya: “Kurê min tu li ku yî? Ez tevlî Dayikên Şemiyê bûm ku te bibînim. Ez bêbersiv im, ez bê rêber im" bi bîr xist.

“Dihat şopandin”

Ummuhan Kaya, diyar kir ku di dema windabûna xwe de Duzgun ji bo sendîkayîbûnê têkoşîn dida, anî ziman ku wî ji malbata xwe re gotiye ku wê demê timî ji aliyê polîsan ve dihat şopandin. Ûmühan, anî ziman ku Duzgûn plaqeya wesayîta ku li pey wî digeriya ji malê re ragihandiye û  diyar kir ku kesên bi cil û bergan cuda herti li ber mala wî bûne. Ummuhan Kaya got, “Duzgûn Tekîn di 21’ê Cotmeha 1995’an de ji mala xizmê xwe yê li Stenbolê li semta Guneşlî li taxa Evrenê dima ji bo biçe cihê karê xwe yê li Bayrampaşayê derketiye û careke din agahî jê nehatiye girtin. Piştî wê rojê otomobîla ku li ber malê li bendê bû, careke din nehatiye."

“Dayika wî Elîf jî hîna li bendî dîtina lawê xwe ye”

Ummuhan kaya herî dawî anî ziman ku bavê Duzgun Velî Tekîn di nav geleaşê de hewl daye hestiyên lawê xwe bibîne lê bêyî ku bibîne jiyana xwe ji dest daye û dayika wî Elîf jî hîna li bendî dîtina lawê xwe ye.