Dayika Zeyneb Celaliyan bang li hiqûqnasan kir û got: Ez dixwazim keça xwe bibînim
Tu agahî ji girtiya siyasî Zeynep Celaliyan ku bi salan e di zindanên rejîma Îranê de ye nayê girtin. Dayika wê Gozel Celaliyan diyar kir ku 15 sal in keça xwe ya hatiye sirgûnkirin nedîtiye, bang li hiqûqnasan kir û diyar kir ku dixwaze keça xwe bibîne.
Navenda Nûçeyan– Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hat birîn, piştre ji ber zextên raya giştî ya cîhanê cezayê wê veguherî cezayê girtîgehê yê muebed. Rêveberiya Îranê ji bo ku şopê ji ser Celaliyan winda bike ew birin girtîgeha Yezdê, Kirmanşahê, Urmiyeyê û dawiyê dîsa birine Girtîgeha Yezdê. Zeynep Celaliyan ji dema ku sirgûnî girtîgeha Yezdê bûye ve tu agahî jê nayê girtin. Dayika Zeynep Celaliyan, Gozel Celaliyan der barê keça xwe ya girtî de yekem car axivî.
"Ez dixwazim keça xwe bibînim"
Dayika Zeynep Celaliyan Gozel Celaliyan diyar kir ku 15 sal in keça xwe nedîtiye û ji parêzeran xwest ku pirsgirêkê çareser bikin. Gozel Celaliyan, anî ziman ku 15 sal in keça wê girtî ye û bi tu awayî agahî jê nagire û wiha got: “Keça min 15 sal in girtî ye, hê min nedîtiye. Destûr nayê dayîn ku kes serdana wê bike. Ez dayika Zeynebê me. Ji min re karekî bibînin û min bişînin cem keça min. Ez dixwazim biçim keça xwe bibînim. Lê keça min nîşanî min nadin. Nizanim li ku ye. 15 sal in min ew nedîtiye.”
"Ez nizanim keça min sax e yan mirî ye"
Gozel Celaliyan bang li rayedarên dewletê kir û got: “Ez nizanim keça min sax e yan mirî ye. Ew bi koronayê ket û me qet pê nizanibû. Parêzer dixwazin biçin bibînin lê destûr nadin wan jî. Ez dixwazim herim keça xwe bibînim.”