Dayika ku dixwest kurê xwe bibîne ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû hate qetilkirin
Li Misirê dayikek ji ber ku dixwest serdana kurê xwe yê di girtîgehê de bike ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû, bi awayekê hovane hat qetilkirin.
Navenda Nûçeyan – Li Misirê Sefa Ebde El-Seyid Imam a 33 ji ber ku dixwest serdana kurê xwe yê di girtîgehê de bike ji aliyê hevjînê xwe Memdûh Ehmed Ebû El-Nûr ê 55 salî ve hat serjêkirin.
Di encama lêkolînan de hin hûrgiliyên tawanê hatin eşkerekirin, hat diyar kirin ku piştî israra Safa Ebde El-Seyid Imam û xwesteka wê ya ji bo serdana kurê wê yê di girtîgehê de, mêrê bi navê Memdûh Ehmed wê serjê kiriye.
Xweşka Safa Ebde El-Seyid Imam got ku xwişka wê xwe amade dikir ku serdana kurê xwe yê girtî bike û xwarin jê re amade kiribû, lê mêrê bi navê Memdûh Ehmed ev yek red kir û ew serjê kiriye.