Dayika Aştiyê ji ber ferzkirina poşmaniyê qebûl nekir nayê berdan

Hanse Bulut a 66 salî ku bi îdiaya ‘alîkariya rêxistinê kiriye’ doz lê hat vekirin 2 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ruxmê ku cezayê wê xilas bûye jî ji ber poşmaniyê lê ferz dikin qebûl nekir nayê berdan.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Îzmir- Dayika Aştiyê Hanse Bulut a 66 salî ku li taxa Çîmentepe ya Konaka Îzmîrê dijî, di 10’ê Îlona 2021’ê de di dema serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin û dûre hatibû girtin. Ji ber di sala 2015’an de li Nisêbîna Mêrdînê di dema îlankirina qedexeya derketina derve de ji mala xwe derneketibû, der barê wê de bi îdiaya ‘alîkariya rêxistinê’ kiriye doz hatibû vekirin li ser erêkirina cezayê 2 salan ê girtîgehê Hanse Bulut hatibû girtin, li ruxmê ku cezayê wê bi dawî bûye jî nayê berdan.

Ji ber poşmanî qebûl nekiriye cezayê wê hat dirêjkirin

Hanse Bulut a ku li girtîgeha girtî ya jinan a Şakranê tê girtin, sê roj mabû tehliye bibe heyetê pirsa ‘tu pûşmanî?’ Jê kir, li ser gotina ‘min tiştek ku jê poşman bibim nekiriye’, hat zanîn ku sê meh înfaza wê hatiye dirêjkirin. Der barê mijarê de me bi lawê Hanse Bulut, Abdullah Bulut re hevdîtin kir. Abdullah Bulut got ku li ruxmê cezayê dayika wî bi dawî bûye jî nehatiye tehliyekirin û wiha got: “Dayika min beriya sê roj bimîne ji tehliyeya wê re, wê birine hemberî heyetekê heyete jî jê pirsa ‘Tu poşman î’ kiriye wê jî dema ku gotiye ‘na’ cezayê wê sê mehan hat dirêjkirin. Li ruxmê ku cezayê dayika min xilas bûye jî nayê berdan. Ne tenê ew înfaza du jinên din ên girtî bi vî awayî hatiye taloqkirin.”

‘Gelek nexweşiyên wê yên kronîk hene’

Abdulilah Bulut da zanîn ku bi dayika wî re nexweşiya hîpertansiyon, diyabet û şekir heye, ji ber rewşa wê ya tendirustiyê divê were berdan û banga piştevaniyê li civakê kir û wiha got: “Dayika min hîn zêdetir di girtîgehê de nikare bimîne, ji ber tansiyona wê zêde dibe her dem îlacên wê tên guhertin. Tenê tişta ku ez dixwazim piştevanî ye.”