Dayika Aştiyê Halîme Işik li mala xwe ya li Mêrdînê hat binçavkirin

Serê sibê polîsan bi ser mala Dayika Aştiyê Halîme Işik a nû emeliyat bûyî de girtin û ew kirin bin çavan.

 
Mêrdîn – Di saetên serê sibê de polîsan li navçeya Artûklûyê ya Mêrdînê bi ser mala Dayika Aştiyê Halîme Işik de girtin, piştî lêgerîna malê Halîme binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê. 
Hat hînbûn ku Dayika Aştiyê Halîme Işik sê salin ji ber gûatira bijehr û girêkên di serê wê de çêbûyî dihat dermankirin, 8’ê Sibatê ji ber girêka serê xwe emeliyat bûye û duh ji nexweşxaneyê derketiye.