Daxwaza HUDA PAR’ê ya 'bila xebatkarên jin tunebin' hat redkirin

Daxwaza HUDA-PAR’ê ya ku gotibû li TBMM’ê “li qatên odeyan bila xebatkarên jin tunebin” hat redkirin.

Navenda Nûçeyan- Bi merasîma sondxwarinê ya roja Înê re dê meclisa serdema 28’an dest bi xebatên xwe bike. Li gorî hevgirtiyên meclisa nû dê odeyên parlamenteran jî ji nû ve werin sererastkirin.

HUDA PAR’a ku bi Tifaqa Cumhur re bazarî kir û ket meclisê careke din dijminahiya xwe ya li dijî jinan nîşan da. Rojnameger Altan Sancar di nivîsa xwe de da zanîn ku parlamenterên HUDA PAR’ê yên ji lîsteya AKP’ê hatine hilbijartin xwestine ku li qatên odeyan xebatkarên jin tunebin lê daxwaza wan hatiye redkirin.

‘Xebatkarên jin peywirên xwe didomînin’

Altan Sancar wiha got: “Parlamenterên HUDA PAR’ê yên ketine meclisê gotine ku ew naxwazina di qatên odeyan de jin tunebin. Odeya sê wekîlan hat diyarkirin li qatên cuda lê xebatkarên jin peywira xwe didomînin. Yanî daxwaza wan nehat pejirandin. Cudakirina qatan û xebatkarên jin, ango pêkanîneke wiha li dijî mewzuata Destûra Bingehîn e. Em nizanin dê ji bo HUDA PAR’ê formuleke çawa bibînin, em ê bişopînin.”