Darvekirinên li Îranê di rojeva Parlemena Parîsê de bû
Di civîna ku li Parlemena Fransayê bi beşdariya siyasetmedar, çalakvan û nûnerên partiyên Kurdistanî çêbû de hat gotin ku cezayê darvekirinê amûra xurtkirina zordariyê ye û divê çarenûsa girtiyan nebe qurbaniya hevdîtinên dîplomatîk.
Parîs – Duh li Salona Colbert a di avahiya Parlemena Neteweyî ya Fransayê de civînek bi sernavê “Dijberiya Cezayê Darrvekirina li Îranê” hat lidarxistin. Ev civîna ku pêk hat, bi hevkariya Koma Dostaniya Fransa-Îranê ya li Parlemena Neteweyî ya Fransayê û “Kongreya Azadiya Îranê” hate lidarxistin. Hejmarek siyasetmedarên fransî, çalakvanên mafên mirovan, kesayetên çandî û nûnerên siyasî yên muxalefeta Komara Îslamî di civînê de amade bûn.
Di destpêka vê civînê de, rêveberê Kongreya Azadiya Îranê bal kişand ser girîngiya parastina mafê jiyanê, têkoşîna li dijî cezayê darvekirinan wekî berpirsyariyeke li derveyî sînorên erdnîgarî. Rêveber destnîşan kir ku her biryarek darvekirinê, ji bilî stendina jiyana mirovek, derbekê li wîjdana mirovahiyê û nirxên gerdûnî yên mafên mirovan jî dixe.
200 nûnerên parlemenê kafaleta siyasî ya 200 girtiyan girtin ser xwe
Yek ji girîngtirîn beşên vê bernameyê, 200 girtiyên li Îranê ku di bin metirsiya darvekirinê de ne bû. 200 nûnerên parlemena Fransayê, ragihandin ku kefaleta siyasî ya van girtiyan, ew didin. Ev yek wek pêngavek ku organîzatoran wekî sembola hevgirtina bi girtiyên siyasî re hat pênasekirin. Her wiha mîna hewldanek ji bo balkişandina raya giştî û saziyên navdewletî ya li ser rewşa mafên mirovan a li Îranê, hat nirxandin.
Yekîtiya muxalefetê û bikaranîna şiyanên navdewletî
Seroka Koma Dostaniya Fransa-Îranê li Parlemena Neteweyî ya Fransayê Ayda Hedîzade di parlamenê de axivî. Ayda bal kişand ser pêwîstiya lihevhatina hêzên muxalefeta Komara Îslamî û xwest ku ji bo gihandina dengê xwepêşanderên Îranî, ji şiyanên navdewletî sûd bê girtin. Wê bal kişand ser girtina berfireh a çalakvanên sivîl û siyasî li Îranê û wiha got: “Nabe çarenûsa girtiyên siyasî di bin siya geşedanên herêmî û muzakeratên siyasî de bê piştguhkirin. Divê civaka navdewletî hemû amûrên xwe ji bo parastina jiyana wan bikar bîne. Di encamên şerên dawî yên li herêmê, aloziyên leşkerî ne tenê nebûne sedema lawazbûna Komara Îslamî, lê belê bingeha wê bihêztir kirine. Hikûmeta Fransayê hewl daye ku platformekê bide destê muxalefeta Komara Îslamî ji bo ku bikarin dîtin û daxwazên xwe di asta navdewletî de bînin ziman.”
Rexne li ser hejmara zêde ya darvekirinan û rewşa Belûcistanê
Farîba Birhanzehî ya ku yek ji axaftvanên civînê bû, diyar kir ku li Îranê darvekirin zêde ye û ev agahî dan: “Komara Îslamî cezayê darvekirinê wekî amûrekê ji bo tepesekirina xwepêşandan û çalakiyên sivîl bikar tîne. Rewşa parêzgeha Sîstan û Belûcistanê xirab e. Pişka welatiyên Belûc ji daneyên darvekirinê gelekî zêdetir e ji rêjeya nifûsa wan. Ev babet wekî nîşaneya cudahiya pergalî (sîstematîk) li dijî vê civakê ye.” Farîba Birhanzehî her wiha bêdengî û bêçalaktiya civaka navdewletî wekî faktorekê di berdewamiya vê pêvajoyê de pênase kir. Farîba, daxwaza berteka biwext û bibandor a saziyên navdewletî li dijî darvekirinan kir.
Nahêd Behmanî: Darvekirin amûra xurtkirina zordariyê ye
Nûnera Komeleya Şoreşgerî Kurdistanî ya Îranê Nahêd Behmanî, bi lîstina çar dehsaliyên darvekirin û tepeserkirina li Îranê, cezayê darvekirinê wekî yek ji hîmên sereke yên mayîna hikûmeta Komara Îslamî pênase kir. Wê bal kişand ser darvekirinên salên destpêkê yên piştî şoreşa 1979’an û berdewamiya pêvajoya serjêkirinê li Rojhilatê Kurdistanê. Nahêd got ku makîneya darvekirinê di Komara Îslamî de di dehan salên borî de tu carî ranewestiyaye û her tim ji bo afirandina tirsê û kontrolkirina civakê hatiye bikaranîn. Nahêd Behmanî her wiha tekez kir ku nîgeraniya hikûmetê berî her tiştî ji xwepêşandanên gel e, ne ji zextên leşkerî yên biyanî ye.
‘Şer ne rêya azadiya Îranê ye’
Serokkomarê berê yê Fransayê jî tekez kir ku şer nabe bibe çareseriya gihîştina gelê Îranê ya ji bo azadiyê. Serokomar, diyar kir ku ezmûna salên borî nîşan daye ku aloziyên leşkerî ne tenê nebûne sedema guhertinên demokratîk, her wiha fersendên bihêzkirina Komara Îslamî afirandine. Ew tevî nîgeraniya xwe li ser kêmbûna zextên navdewletî li ser Komara Îslamî, ragihand ku divê civaka navdewletî mijara mafên mirovan û darvekirinan paşguh neke. Her wiha eşkere kir ku heke ew di berpirsyariya birêvebirinê de bûya, bi kêmkirin an rakirina ambargoyan li ser Komara Îslamî razî nedibû. Ew bawer dike ku divê zextên siyasî û aborî heta dema guhertina reftara hikûmetê berdewam bin.
‘Azadî li ser kavilên şer nayê avakirin’
Derhêner û çalakvana çandî Sepîdeh Farsî, anî ziman ku li dijî her cûre destwerdana leşkerî ya biyanî ya li Îranê, azadî û demokrasî bi şer û wêranbûnê nayên bidestxistin. Wê tekez kir ku berî her tiştî pêwîstiya gelê Îranê bi piştgiriya exlaqî û siyasî ya civaka navdewletî heye. Sepîdeh got ku divê bala herkesî li ser rawestandina darvekirinan, dawîanîna bi parastina binpêkerên mafên mirovan û piştgiriya tevgerên sivîl be.
Çîroka malbatên dadxwaz: Ji êşa sêdaran heta daxwaza dadperweriyê
Beşa dawî ya civînê de ji bo çîrokên malbatên dadxwaz û kesên rizgarbûyî ji qurbaniyên darvekirinan re hatibû veqetandin. Beşek ku bi anîna ziman a ezmûnên kesane, encamên mirovî yên cezayê darvekirin û zordariya hikûmetê nîşan da. Di vê beşê de, peyama Dayê Şerîfe ku diya Ramîn Husên Penahî yê cangorî ye, bi riya dîmen bi zimanên Kurdî û Îngilîzî ji bo beşdaran daye, hat weşandin. Dayê Şerîfe di vê peyamê de diyar kir ku kurê wê çawa hatiye darvekirin tevî ku sal di ser re derbasbûne, malbata wî hîn jî ji mafê wergirtina cenaze, bêpar hatiye hiştin. Dayîkê got mijareke ku êşa malbatê duqat kiriye û rê li ber dawîbûna şîna wan girtî ye.
Her wiha nûnerê Partiya Hevgirtina Demokratîk a Ahwazê bi nîşandana darvekirinên veşartî li Xûzistanê, daxwaz ji civaka navdewletî kir. Nûner, xwest ku siyaseta diyalog û tawizdanê bi Komara Îslamî re deyne aliyekî û nehêle mafê jiyanê bibe qurbaniyê hinek dîtinên siyasî. Nûner, xwe wekî yek ji rizgarbûyên pergala zordariyê pênase kir û wiha got: “18 kes ji xizmên min, ji ber darvekirinên Komara Îslamî jiyana xwe ji dest dan. Gelek darvekirin li Ahwazê bêyî qeydkirina fermî têne kirin û malbat di bin zextê de ne.”
Di berdewama civînê de, yek ji endamên Komeleya Malbatên Dadxwazên Abanê jî rexne li xemsariya civaka navdewletî ya li hember zordariya navxweyî yê Îranê kir. Wî/wê jî diyar kir ku Komara Îslamî her tim ji şer û aloziyên derve ji bo tundkirina zordariya navxweyî sûd wergirtiye. Nûner, tekez kir ku aştî tenê bi wateya şer nîne û heta dema ku sêdar, dadxwaz û qurbaniyên binpêkirina mafên mirovan bêne piştguhxistin, mirov nikare behsa aştiyeke mayînde bike.
Beşdaran di dawiya civînê de bal kişand ser pêwîstiya berdewamiya piştgiriyên navdewletî ji bo girtiyên mehkûmî darvekirinan in. Beşdaran, daxwaza zêdekirina zextên mafên mirovan li ser Komara Îslamî û parastina mijara mafên mirovan di navenda bala saziyên navdewletî de kirin. Beşdaran xwestin ku çarenûsa girtiyan û malbatên dadxwaz di bin bandora geşedanên siyasî û muzakeratên dîplomatîk de nemîne.
‘Ji kuştinên bi destê dewletê re na’
Di encamê de mirov dikare bêje ku dijberiya cezayê darekirinê, xala sereke ya vê civînê bû û axaftvanan darvekirin wekî amûrekê ji bo zordariya li ser muxalefetê û afirandina tirsê di civakê de pênase kirin. Wan ji hikûmet û saziyên navdewletî daxwaz kirin ku mijara darvekirinê û mafên mirovan li Îranê bikin nav rûpelên pêşîn û bi piştgiriya ji girtiyên di bin rîskê de, ji bo rawestandina pêkanîna biryarên sêdaran pêngavan bavêjin.
Her wiha bi destnîşankirina dirûşma “Ji darvekirinan re na, ji kuştinên bi destê dewletê re na’ ragihandin ku parastina mafê jiyanê berpirsyariyeke gerdûnî ye û rûbirûbûna cezayê darvekirinê, divê di asta navdewletî de bibe daxwazeke berdewam.