Danişîna yekem a doza Emîne Şenyaşar îro ye
Emîne Şenyaşar a 554 roj in li pêş Edilyeya Rihayê dest bi “nobeta edaletê” kiriye, bi îdiaya ku “heqaret û îftîra” li Îbrahîm Yildiz kiriye dê îro îfade bide. Gelek kes ji bo destekê bidin malbatê li pêş edliyeyê ne.

Riha – Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz û parêzvanên wî êrîşê malbata Şenyaşar kiribûn û di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar jiyana xwe ji dest dabûn, kurê wê Ferît Şenyaşar bi birîndarî rizgar bûbû. Ji bo edalet bi cih were û sûcdar werin darizandi di 9’ê Adara 2021’ê de Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferîd Şenyaşar dest bi nobetê kiribûn. Wekî her rojê, malbata Şenyaşar serê sibehê ji pirsûsê hatin pêş edliyeya Rihayê û dest bi nobetê kirin.
Dê îfade bide dozgeriyê
Emîne Şenyaşar a çalakiya xwe didomîne, di îro ji ber gotinên ji bo Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î gotiye îfade bide dozgeriyê. Emîne Şenyaşar bi îdiaya “Heqaret û îftîra” tê sûcdarkirin û dê îro ji bo doza der barê wê de hatiye vekirin, li Dadgeha Ceza ya Asliye ya çaremîn danişîn pêk were.
Ji bo malbata Şenyaşar serdana piştgiriyê
Komek ku ji rêveberên bajarê Rihayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Platforma Demokrasiyê ya pêk tê, beriya danişînê ji bo piştgiriyê bi malbatê re dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Li ser blokên beton ên li pêşiya edliyeyê pankarta bi nivîsa “Ji bo malbata Şenyaşar û her kesê edalet” hat daliqandin.
“Li dayikê jî heman zulmê dikin”
Malbata Şenyaşar ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam da: “Jiyana Bedîuzeman (Seîd Nursî) li dadgeh û girtîgehan derbas bû. Ev zulum tê zanîn û di dîrokê de cihê xwe di rûpelên reş de girtiye. Niha heman zulum li dayikek tê kirin. Danişîna dayikê di saet 11.00 de ye. “RAZÎBÛNA ZULMÊ JÎ ZULM E. Seîd Nursî.”