Danişîna doza Hevserok detpêkir Edliyeya Colemêrgê di bin dorpêçê de ye

Danişîna doza Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Nakit ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin dest pê kir. Avahiya edliyeyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.

Navenda Nûçeyan-Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akin ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin. Mehmet Siddik Akiş bi hinceta doza “KCK” ya der barê wî de 10 sal berê hatiye vekirin niha binçavan de ye. Danişîna doza Mehmet Siddik Akiş ya 10 sal berê hatiye destpêkirin dê îro li Edliyeya Colemêrgê bê lidarxistin. Mehmet Siddik Akiş bi dorpêçkirina polîsan anîn edliyeyê. Polîsan derdor û hundirê edliyeyê dorpêç kirine. Danişîn wê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bê lidarxistin. Parlamenterên DEM Partiyê, parêzer, welatî û gelek siyasetmedar ji bo şopandina dozê hatin ber edliyeyê. Polîsan wan berneda hundir. Girseyê astengkirina ketina hundirê edliyeyê şermezar kir û dirûşma “Siddik Akiş îradeya me ye” berz kirin. Hat zanîn ku wê tenê 6 parêzer danişînê bişopînin. 

Danişînê dest pê kir û bi parastinan berdewam dike.