Danişîna Çaglar Demîrel hate taloqkirin
Danişîna Çaglar Demîrel a bi îdiaya heqaretê doz lê hatibû vekirin, hate taloqkirin.
Amed – Ji ber ku Çaglar Demîrel bersiva ‘Em gotinên wî lê vedigerînin’ dabû Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoxan ê li partiya wan heqaretê kiribû, bi îdiaya ‘heqaretê’ doz lê hatibû vekirin. Dadgehê danişîna doza ku li Çalar Demîrel hatibû vekirin, taqolî 27’ê Îlonê kir.
Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan heqaret li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kiribûn û ew kiribû hedef. Serokwekîla Koma Meclîsê ya HDP’ê ya wê demê Çaglar Demîrel jî bi gotina “Em gotinên wî hemûyan lê vedigerînin” bersiva Erdogan dabû. Ji ber vê gotinê bi “heqareta li serokkomar” doz li Demîrel hatibû vekirin. Danişîna doza Demîrel li 14’emîn Dadgeha Ceza ya Asliyeya Amedê hate dîtin. Di danişîna ku Demîrel tev li nebû de parêzerê wê Serdar Çelebî amade bû. Parêzer Serdar Çelebî, diyar kir ku di asta heyî de tiştekî ku bibêjin nîne û xwest daxwazên wan ên di danişîna beriya niha de bi lêv kiribûn bên qebûlkirin. Dozger jî ji bo kêmasiyên heyî bên temamkirin û mûtalaya xwe amade bike xwest dosya ji wî re bê şandin.
Dadgehê, biryar da ku ji bo dozger mutaalaya xwe ya derbarê esasê de amade bike dosya jê re bê şandin û danişîn taloqî 27’ê Îlonê kir.