‘Danezana destûrî berdewama planên koçkirin û dagirkeriyê ye’
Jinên koçber ên ji Serêkaniyê destnîşan kirin ku ji bo jiyanek bi nasname, çand û ehlaq xeta berxwedaniyê bijartine û gotin: “Danezana destûrî yek ji planên dewamkirina koçberî û dagirkeriyê ye.”

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Danezana destûrî ya ji aliyê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ya HTŞ’ê ya cîhadîst ve hat îmzekirin. Di danezana ku hat îmzekirin de li gel ku hiqûq weke hiqûqa Îslamî tê qebûlkirin, gelek xalên ku li dijî azadî û vîna jinan e cih digire. Jinên Kantona Cizîrî li bajarê Qamişlo li dijî danezana destûrî ya hatiye îmzekirin meşek li darxistin. Koçberên ji Serêkaniyê destnîşan kirin ku bendên di danezanê de hatine diyarkirin, mafên mirovan binpê dikin.
‘Berdewama plan û komploya li dijî gelan e’
Emîna Ehmed diyar kir ku danezana destûrî yek ji planên koçberkirin û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker e û wiha domand: “Em vê danezana destûrî qebûl nakin. Me li mal û bajarê xwe jiyan dikir û îro em li kampan li berxwe didin da ku em bikaribin jiyanek azad, wekhev û xwedî nasname bijîn. Lê em dibînin ku îro ev destûr mafên me binpê dike. Me xeta berxwedaniyê bijartiye û em dev ji vê xetê bernadin, heya em li ser xaka xwe azad bijîn. Em dixwazin vegerin ser axa xwe, lê vegera me jî bi nasname, reng û dengê me be. Em mafê xwe yê Kurdîtiyê dixwazin, nasname û zimanê xwe dixwazin, ji bilî wê em qebûl nakin.”
‘Bêyî nêrîna gel tu destûr nayê qebûlkirin’
Emîna balkişand ser nivîsandina danezana destûrî ku bi rengekî ne adil hatiye nivîsandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Destûr hat nivîsandin, bêyî ku nêrîn û rola pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bê girtin. Gelo ev demokrasî ye? Gerek ev destûr ji aliyê komîteyek ku ji hemû pêkhate, mezheb û ol û baweriyan hatiye avakirin ve bihata îmzekirin. Pêwîst e ku reşnivîsa wê jî ji gel re bihata xwendin û erêkirin paşê bihata îmzekirin. Destûra ku rola me tê de tunebe, reng û dengê me lê tunebe, ew me temsîl nake û li dijî gelê herêmê ye.”
‘Îro nebe jî sibê emê li Efrînê vegerin’
Fatma Emîn jî yek ji koçberên Efrîne ye. Fatma banga vegera li Efrînê kir û wiha got: “Ev du car in xelkên Efrînê neçarî koçberiyê dibin. Li dijî me planên qirêj tên meşandin. Îro em dixwazin vegerin ser axa xwe, bi nasname, ziman û çanda xwe bijîn. Em ji bilî wê tiştek naxwazin. Em vê destûrê şermezar dikin û mîna yek ji binpêkirina mafên mirovan dibînin. Efrîn ya me ye. Ger em îro venegrin, emê sibê vegerin. Lê em dixwazin lê azad bijîn.”