DAKAP: Deshilatdarî dayîkên têkoşer weke ‘dayîkên terorîst’ penase dike
Bi boneya Roja Dayîkan a Cîhanî DAKAP daxuyaniyek da. Di daxûyaniyê de roja dayîkan li tevahî dayîkan pîroz kir û bal kişand ser têkoşîn û berxwedana dayîkan.
Amed – Platforma Jinan a Dîcle ya Amedê (DAKAP) li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu ya Amedê bi boneya Roja Dayîkan daxûyanî da. TJA (Tevgera Jinên Azad), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Amedê û Komaleya Jinan a Rosayê beşdarî daxûyaniyê bûn.
Di daxûyaniyê de roja dayîkan li tevahî dayîkan hat pîrozkirin û li ser têkoşîna Dayîkên Aşîtiyê, Dayîkên Girtiyan, Emîne Şenyaşar û Bedriye Doku hat kişandin.
‘Gelek dayîk li qadan ji bo edaletê bang dikin’
Beriya xwendina daxûyaniyê Rêveberê Komaleya Jinan a Rosayê Raîfe Camci aixivî û wiha got: “Hewceye ku demildest edalet pêk bê. Mixabin desthilatdarî di nava civakê de tirsek avakiriye. Lê dayikên berxwedêr her tim li qadan bûn." Raîfe bal kişand li ser siyasetmedar Aysel Tugluk û wiha berdewam kir: "Hewceyê ku Aysel Tugluk bê berdan. Gelek dayik li qadan ji bo edaletê bang dikin"
‘Em qala wan jinan dikin ku ji bo azadiyê li ber xwe didin’
Ji rêveberiya Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Sunbul daxuyanî xwend. Fatma, destnîşan kir ku ji neolîtîkê heta niha jin her tim alîgirê aştiye bûn û her tim mafê jiyanê parastine û wiha axivî: "Lê niha dayikbûn wek tiştekî biyolojîk tê pênasekirin. Hemû desthilatdarî dayikbûnê anîne li hemberî jinan. Jinbûn di nava malbat de hatiye sînorkirin. Îro em qala jinên ku ji bo azadiyê li ber xwe didin û ji bo aştî û edaletê têdikoşin em qala wan dikin."
Fatma anî ziman ku gelek dayik li ber xwe didin û wiha domand: "Dayika Cemîle Çagirga ya ku li Cizîrê hat qetilkirin, Emîne zaroka xwe xist sarincê. Dayik ji bo edalet pêk bê 427 roj in li ber xwe didin. Dayika Emîne Şenyaşar wek kesek li hemberê neheqiye li ber xwe dide. Dayika Gulistan Doku Bedriye Doku ji bo keça wê bê dîtin her roj banga pêkanîna edaletê dike. Dayikên Şemiyê ji bo hestiyê zarokên xwe bibînin her heftê çalakî li dar dixin. Dayikên Aştiyê her roj ji bo şer bi dawî bibe û jiyaneke bi rûmet li ber xwe didin. Desthilatdarî van dayikan wek 'Dayikên terorîst' pênase dike. Lê pêwistiya dayikan bi pîrozbahiyan wan tune ye. Em van dayikan pîroz dikin û dibêjin roja wê pîroz bê."
‘Em ê şopdarên rêya zarokên xwe bin'
Piştî daxuyaniyê Dayika Reşahad Ada nêrînên xwe wiha anî ziman: "Em edaletê dixwazin. Zarokên me di girtîgehan de îşkenceyê dibînin. Em ê şopdarên rêya zarokên xwe bin. Bila ji girtîgehê êdî cenaze dernekevin. Em vê zilmê qabûl nakin. Zarokên me ji bo axa xwe li ber xwe dan. Ez roja hemû dayikan pîroz dikim."
Daxuyanî bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana dayikan" bi dawî bû.
Mudaxaleya polîsan
Her wiha ciwanên ku dema dirûşma "An serkeftin an serkeftin" berz kirin polîsan hewlda ku mudaxaleyê ciwanan bike. Dayikên ku tevlî daxuyaniyê bûn mudaxaleyê polîsan kir. Piştî gengeşiyê girse bi çepik û tilîliyan belavbûn.