DAIŞ’ê êrişa Moskovê girt ser xwe

Di encama êrişa ku şeva din li dijî eywaneke konserê ya li paytexta Rûsya Moskovê de herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 100 kes jî birîndar bûn. DAIŞ’ê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal eşkere kir ku wan êriş pêk aniye.

Navenda Nûçeyan- Duh di saetên şevê de li dijî Eywana Konserê ya Şaredariya Crocusê ya paytexta Rûsya Moskovê êrişa çekdarî pêk hat. Di dema ku koma bi navê Piknik a Rus roch konser dida, herî kêm sê kesên ku bi kincên kamuflaj, ketin hundir gule li kesên di hindirê salonê de barandin, di heman demê de di salona konserê de dengê du teqînan jî hat.

Komîteya lêpirsîna Rûsyayê ragihand ku di êrişa li Moskovê de zêdetirî 60 kesan jiyana xwe ji dest dane û dibe ku hejmar zêdetir bibe. Di daxuyaniya ku ji aliyê komîteyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku li cihê bûyer pêk hatiye pispor xebatên xwe berdewam dikin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Di encam êrişa terorê de me tesbît kir ku zêdeyî 60 kesan jiyana xwe ji dest dane. Mixabin dibe ku hejmara miriyan zêdetir bibe.”

DAIŞ’ê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Telegramê ragihand ku wan êriş pêk aniye.