‘Dagirkeriya Tirk bi talankirinê hewl dide xwezaya Efrînê tune bike’

Hevseroka Desteya Ekolojî a kantona Firatê Almez Romî diyar kir ku rapor diyar dikin li Efrînê 21 milyon û 500 hezar dar hatine birîn û got ku ev yek sûcên dewleta Tirk ji bo tunekirina xwezaya Efrînê dimeşîne nîşan dide.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Dewleta Tirk piştî êrîşên hewayî yên 58 rojan, Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de dagir kir. Di van 6 salên borî de dewleta Tirk û çeteyên wê kiryarên herî tundrew pêk anîn, niştecihên wê qetil kirin, revandin û jin rastî tecawizê hatin. Li aliyekî din guhertinên demografîk çêkir. Her wiha Efrîna ku bi xwezaya xwe di nava Kurdistanê de tê nasîn, di nava 6 salan de hatiye talankirin û wêrankirin.

Li gorî rapor û belgeyên ji Desteya Ekolojî ya kantona Efrîn-Şehbayê, hat teqezkirin ku ji dema dagirkeriyê ve heta niha çeteyan 21 milyon û 500 hezar darên Efrînê birîne û şewitandine ku ji wan nîv milyonek darên zeytûnan in.

Di vê çarçoveyê de hevseroka Desteya Ekolojî ya kantona Firatê Almaz Romî helwesta xwe anî ziman.

‘Efrînê ji rastî û naveroka wê derxistin’

Almaz Romî di destpêka nirxandinên xwe de bal kişand ser pêvajoya dagirkeriyê û kiryarên pê re dest pê kirine û wiha got: “Dewleta Tirk di Adara 2018’an de bi armanca dagirkeriyê, êrîşeke mezin anî ser kantona Efrînê. Li dijî dagirkeriyê şervanên YPJ/YPG’ê û gelê Efrînê 58 rojan bênavber li ber xwe dan û dikaribûn sekneke bi rûmet nîşan bidin. Dewleta Tirk di êrîş û bombebarana xwe de çekên herî giran û balafirên şer bi kar anîn û di encamê de bi dehan komkujî çêbûn, Efrîn hat dagirkirin. Dagirkeriya pêk hat bi xwe re gelek kiryar, destdirêjî û binpêkirinên ku nayên qebûlkirin û dermirovî ne anî. Çeteyên di bin sîwana dewleta Tirk de ku perspektîfên xwe jê digrin, ji dema ku ketine axa Efrînê ve heta niha dest bi xirabkirina erdnîgariya wê kirin ku di her warî de tunekirin û talankirin diqewime. Mirov, xweza, şûnwar, çand, ziman, goristan, lawir û her tiştê ku Efrînê weke bajar dide pênasekirin, hatin veguhertin û pîroziya Efrînê qirêj kirin. Ji ber van bûyer û kiryaran beşek mezin ji niştecihên Efrînê neçarî koçberiyê man ku niha bi sedan malbatên wê di kampên berxwedanê de dijîn û hêviyên vegera warê xwe dirêsin.”

 ‘Ked û xwêdana gelê Efrînê tê tunekirin’

Almaz Romî destnîşan kir ku hejmara darên hatine birîn û şewitandin nayê qebûlkirin û got: “Sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê gelek in lê bi taybetî ez dixwezim balê bikşînim ser kiryarên ku xwezaya wê derê pê re rû bi rû dimîne. Efrîn bi xweza, dar û berên xwe navdar e û heta mirov dikare weke bihuşt bi nav bike. Dewleta Tirk jî destpêkê dest avêt vê xwezayê û tarûmar kir. Darên herî kevnar li Efrînê bûn ku bi ked û xwêdana kal û pîrên me hatibûn çandin û mezinkirin. Çeteyên Tirkiyeyê, ked û hezkirina bi salan tune dikin û Efrînê tune dikin. Li hemberî îşkencekirina mirovan, xwezayê jî qir dikin, daran qut dikin û dişewitînin. Heta niha 21 milyon û 500 hezar cureyên daran hatine birîn, ev hejmareke gelek mezin e û ne normal e. Di vê dema dawî de jî em dibînin êdî agir berdidin çiyayên wê û vê carê daran dişewitînin. Li gorî agahiyên di destên me de ku bi sedan darên gilyazan li Efrînê hebûn, niha darek jî nemaye.”

Almaz Romî da zanîn ku hemû cîhanê çavên xwe ji rastiya dewleta Tirk re girtiye û wiha berdewam kir: “Ev sûcên me behsa wan kirin kiryarên wisa ne ku di asta hiqûqî de cezayên wan hene lê mixabin hemû bûyer û binpêkirinên li Efrînê û tevahî herêmên dagirkirî tên jiyîn, li ber raya giştî û civaka navdewletî pêk tên. Bi taybetî jî di asta cîhanê de gelek rêxistin, kesayet û tevgerên doza parastin û pêşxistina xweza û jîngehê dikin hene lê heta niha jî me tu helwest di vê der barê de nedîtiye. Ev yek ji bo rêxistinên mafên mirovan jî derbasdar e. Ji bo vê jî em dibînin hemû cîhanê çavên xwe li ber rastiyên ku li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin digrin û heta gelek welat jî piştgiriyê didin wan.”

‘Em ê xwedî li erdnigariya Kurdistanê derkevin’

Almaz Romî axaftina xwe bi bangwaziya xwedîderketina li Efrînê bi dawî kir: “Tevî hemû bûyerên li Efrînê tên jiyîn, em dibînin beşek mezin ji şêniyên wê hê jî li ser axa xwe ne. Tevî zordarî, îşkence, gef, dizî, talan, wêran, revandin û girtinên pê re rû bi rû dimînin jî heta niha wan dest ji warê xwe bernedane. Li şûna ku terka axa xwe bikin, binpêkirinên dewleta Tirk pejirandine. Bi taybetî jî jinên Efrînê ku tê zanîn jin û xweza weke zarok û dayikê bi hev re dimeşin. Şahidên bûyerên ku çeteyan derxistine teqez dikin ku wan dar û berên xwe weke zarokên xwe mezin kirine û xwedî kirine û nikarin li şûna xwe bihêlin. Lewre dema darek tê birîn ango şewitandin, parçeyek ji canê wan diçe. Em wate didin wan, ji bo vê jî divê ku em li hemberî dagirkeriya li ser Efrînê bêdeng nemînin. Bi taybetî weke gelê Kurd divê em xwedî li Efrînê û hemû deverên dagirkirî derkevin û nehêlin erdnîgariya Kurdistanê were talankirin.”