Dagirkeriya tirk bajarê Minbicê bi 96 topan hedef girt

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê danê vê sibehê gelek gundên bakurê Minbicê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi 96 tapan bombebaran kirin.

SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM

Minbic - Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê danê vê sibehê saet di 5’ê sibehê de gelek gundên bakurê Minbicê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin û hejmara topên hawanê gihîşt 96’an. Di bombebaranê de gundên Ereb Hesen, El-Cerad, Eûn El-Dadat, El-Maferîd û Çar Kîlo li bakurê bajarê Minbicê hatin bombebarankirin û ev gund bi top, hawan, fuzeyên rêveber û çekên giran û navîn hatin hedefgirtin.

Beriya mehekê, serokwezîrê Tirkiyeyê destpêkirina operasyoneke leşkerî li ser bajarên Minbic û Til Rifatê ragihandibû, ji bo temamkirina "herêma bi ewle" ku di sala 2019'an de bi dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî dest pê kir û di hefteyên dawî de binpêkirinên li ser xeta sînor a gundan zêde bûne.

"Em malên xwe terk nakin û em ê piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin"

Der barê êrîşan de, Kamila El-Bekar a 50 salî ya ji gundê Um Adesa yê li bakurê rojavayê bajarê Minbicê ku 22 km. dûrî Minbicê ye wiha got: "Ji ber bombebarana berdewam a dewleta tirk a li ser gundên li ser sînor, rewş gelek xirab e. Her carê gundên me dibin hedef, em xwe di bin siya daran de vedişêrin da ku xwe ji bombebarana hovane biparêzin. Her cara ku malên me dibin hedef, em derdikevin nava zeviyên çandiniyê û piştî kêmbûna bombebaranê vedigerin. Bombebaran çiqasî dijwar be jî em ê mal û axa xwe neterikînin. Ji ber bombebarana sîstematîk mal û warên me zerar dîtin."

Kamila El-Bekar diyar kir ku dema DAIŞ'ê bajarê wan dagir kiribû rastî gelek binpêkirinan hatin lê tevî vê yekê jî gelek malbatan malên xwe neterikandin û wiha axivî: "Ger êrîşek li ser bajarê me çêbibe em ê axa xwe neterikînin, em ê li kêleka hêzên xwe yên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bin, em ê kur û keçên xwe di nava refên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de bi tenê nehêlin. Em Tirkiyeyê li ser axa xwe naxwazin, çi karê wan li vir heye. Divê gelê Minbicê bi hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê re li dijî binpêkirinên dewleta tirk û çeteyên wê yên terorîst bisekinin."