Cezayê îdamê li qatilê Nîra Eşref hat birîn

Di yek ji dozên tawanên herî bilez de, Dadgeha Cezayê ya Misirê cezayê îdamê li kujerê Nîra Eşref birî.

Navenda Nûçeyan – Dadgeha Tawanan a Misirê hukmê îdamê li Mihemed Adil bi tohmeta kuştina Nîra Eşref ku xwendekara zanîngehê bû, birî.

Doza qetilkirina xwendekara zanîngehê Nîra Eşref yek ji bileztirîn dozên tawanan e di dîroka dadweriya Misirê de ye, ji ber ku di kêmtirî mehekê de piştî bûyerê ceza li kujer hat birîn.