Dagirkeriya Rûsyayê ya Ukraynayê: Çawa hat heta îro?
Edîtora Nûçeyên Derve ya T24’ê Melîs Karaca, nakokiya Rûsya û Ukraynayê ku digihijê heta Şerê Sar û damezrandina NATO'yê û bi dagirkirina Rûsyayê ya Ukraynayê gihîştiye îro, ji ajansa me ra nirxand.
ELÎF AKGUL
Stenbol – Di sala 2011’an veguherîna Bihara Ereb a şerê navxweyî yê Sûriyeyê, piştre şerê navxweyî yê Lîbyayê, di sala 2014’an de îlheqkirina Kirimê ji aliyê Rûsyayê ve, di destpêka sala 2020’an de dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve, di dawiya sala 2020’an de şerê Qerebaxê, îro jî dagirkeriya Rûsyayê ya Ukraynayê... Gelên cîhanê di bin zextên şerên ku bi salan e dijwartir, gurtir û zêde bûne re derbas dibin. Dagirkirina Rûsyayê ya li ser Ukraynayê ya dawî ye lê di heman demê de di sedsala 21’ê de ji ber ku "li nîveka Ewropayê” ji bo welatên rojavayî jî bû, dibe mînaka avakirina bertekeke tund.
Em bi Edîtora Nûçeyên Derve yê T24’ê Melîs Karaca re li ser vê pevçûna îroyîn ku koka wê digihîje Şerê Sar û damezrandina NATO'yê, sedema wê û bandorbûna Tirkiyeyê ya bi vê pevçûnê re axivîn.
Melîs Karaca da zanîn ku koka qeyranê digihîjê perçebûna Yekitiya Sovyetê ya sala 1991'ê û tevî ku welatên rojavayî di dema zêdekirina aloziyan de gefên pêkanînên tund tînin ziman jî diyar kir ku Ukrayna ‘di roja şer de bi tenê maye.’ Ev rewş ji bo Tirkiyeyê ku hem bi Ukraynayê re hem jî bi Rûsyayê re hevkariyên wê yên aborî û stratejîk hene, xeternak e.
"Rûsya dixwaze bandora xwe li ser erdnîgariya Sovyetê biparêze"
Koka qeyrana Ukrayna-Rûsyayê digihîje ku derê?
Di bingeha krîza Ukrayna-Rûsyayê de, em dikarin biçin heta dawiya sala 1991’ê ya dema ku Yekitiya Sovyetê belav bû. Em dizanin ku Rûsya ji wê demê ve ji bo parastina bandora xwe li ser erdnîgariya Sovyeta berê siyasetên cihêreng şopandiye. Weke mînaka ku alozî derketiye, em dikarin xwepêşanên ku di sala 2014’an de li dijî Serokê Ukraynayê Vîktor Yanûkovîç a alîgirê Rûsyayê yê dest pê kiribûn û xala ku Yanukovyç bi “Şoreşa Rûmetê” ya ji çalakiyên alîgira -rojavayî pêk dihat hat hilweşandin nîşan bidin. Piştî Şoreşa Rûmetê hikûmet hilweşiya. Di dawiya vê pêvajoyê de Rûsya li gorî peymanên navneteweyî biryar da ku Kirima ku xaka Ukraynayê ye, îlheq bike. Xwepêşandanên alîgirên Rûsyayê li Kirimê dest pê kirin. Di dawiya aloziya li Kirimê de, referandûmeke bi nîqaş hat kirin û Kirim hat îlheqkirin.
Di dawiya vê bûyerê de, cudaxwazên alîgirên Rûsyayê hikûmetên cudaxwaz li piraniya herêmên Donetsk û Luhanks a li rojhilatê Ukraynayê ku bi "Donbas" tên naskirin, ragihandin. Li gorî Ukraynayê di pevçûnên li Donbasê de 13 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û piraniya van pevçûnan bi agirbestê di sala 2015’an de hat kirin de rawestiyane.
Çawa derbasî qonaxa şer bûn?
Ev şer pêvajoyek ku gav bi gav bi pêş dikeve ye. Em dikarin vê pêvajoyê ji par heta îro avakirina leşkerên Rûsyayê li ser sînorê Ukraynayê bişopînin. Dema ku Rûsyayê li herême dest bi komkirina leşkeran kir, fikaran di nava Ukrayna û welatên rojavayî de ava kir, nûçeyên pevçûnê ji Donbasê hatin. Ev pêvajo bi mehan berdewam kir. Herî dawî, îstîxbarata Dewletên Yekbûyî hişyarî da ku avakirina leşkeran gihîştiye astek ku têra "dagirkeriyek tam a Ukraynayê" dike. Tevî ku di vê pêvajoyê de Rûsyayê diyar kir ku niyeta wê ya dagirkeriyê nîn e û armanca wî domandina kontrola li ser sînoran e, hewl hat dayîn ku bi welatên rojava bi trafîka dîplomatîk a bi mehan berdewam re pevçûnek çênebe.
“Helwesta Rûsyayê ya mijara endamtiya Ukraynayê ya NATO’yê her tim zelal bû”
Di pêvajoya têkiliyên bi Rûsyayê re aloz bûn de, Ukrayna bi eşkere daxwaza xwe ya tevlibûna endamtiya NATO’yê anî ziman. Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky diyar kir ku endamtiya Ukraynayê di NATO’yê de dikare şerê li rojhilatê welat bi dawî bike. Helwesta Rûsyayê ya mijara endamtiya Ukraynayê ya NATO’yê her tim zelal bû.
Dema ku li rojhilatê Ukraynayê rageşî zêde bû, Rûsyayê ji DYA û NATO'yê temînatên ewlehiyê xwest ku hevpeyman ber bi rojhilat ve berfireh nebe û endamtiya Ukraynayê neyê rojevê. Rûsyaya ku temînata wê ya ewlehiyê nehat qebûlkirin, ji bo rojava peyama “vebijarka dîplomasiyê nehat nirxandin” da.
“Xala qutbûna pêvajoyên dîplomatîk 21’ê Sibatê ye”
Di nuqteya ku em îro gihîştinê de, em dikarin bibêjin ku 21’ê Sibatê ji hemû pêvajoyên dîplomatîk re xala şikestinekê bû. Dema ku Ukrayna û partiyên rêveberiya cudaxwaz îdia kirin ku agirbesta hevbeş hatiye binpêkirin, di 21’ê Sibatê de nûçe hat ku pevçûnên li Donbasê zêde bûne û rêveberiyên cudaxwaz ji Putîn xwestin ku serxwebûna Rûsyayê nas bike. Pûtîn di axaftineke dirêj ku tê de îfadeyên ku rewabûna Ukraynayê dipirse, ragihand ku ew hikûmetên cudaxwaz nas dikin û ew ê "hêzek parastina aştiyê" bişînin herêmê. Şandina leşkerên Rûsyayê ji bo rêveberiyên cudaxwaz tê wateya ketina Rûsyayê ya li ser sînorê Ukraynayê. Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, di sibeha 24’ê Sibatê de, wek ku wî gelek caran berê jî dubare kiribû ragihand ku bi armanckirina "paqijkirina Ukraynayê ji 'Neo-Naziyan” ji bo bêçekkirina welat, operasyonek dane destpêkirin. Ji 24’ê Sibatê vir ve Rûsya, ji gelek eniyan ve êrîşî Ukraynayê kir.
"Di roja şer de Ukrayna neçar ma bi tenê şer bike"
Hûn divê pêvajoyê de berpirsyariya aliyan yanî bi qasî berpirsyariya Ukrayna û Rûsyayê ya NATO’yê çawa dinirxînin?
NATO’yê got ku ji ber Ukrayna ne endamê welatekî ye, her çend dagirkirina Rûsyayê tehdîdek e, dema ku Rûsya dest pê bike dê bi danekirinên cuda bersivê bide. Ji destpêka aloziyê û vir ve DYA û welatên rojava bi îstîxbaratên xwe pêşengiya gavên Rûsyayê kirin û hişyarî dan. Li gel ku dihat payîn van hişyariyan di pêvajoya dîplomasiyê de dest xurtir bike lê encam ne bi vî rengî bû. Ukrayna niha di rewşek şer de ye, gelek caran tê diyarkirin ku ew hem pêkanînên tundtir hem jî alîkariya leşkerî ji welatên rojava hêvî dike. Ji aliyê din ve, mixabin dema îro roja şer tê, em dibînin ku Ukrayna neçar ma bi tena serê xwe şer bike. Di mijara pêkanînan de jî, mekanîzmaya biryargirtinê ya hevpar a welatên Yekitiya Ewropayê zû bi cih nehat.
Encamên vê pêvajoyê ji bo Tirkiyeyê ku hem têkiliyên wê bi NATO’yê hem jî Rûsyayê re baş e dê çi bin?
Em dikarin bibêjin ku şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê ji bo Tirkiyeyê gelekî xeternak e. Di navbera Ukrayna û Tirkiyeyê de gelek peymanên pîşesaziya parastinê hene. Ukrayna SÎHA’yên ku Tirkiye çêdike bi kar tîne. Rûsyayê beriya niha nerazîbûnên xwe yên li hember peymanên pîşesaziya parastinê yên di navbera Ukrayna û Tirkiyeyê de anîbû ziman. Ji roja ku Rûsyayê cudaxwazên li rojhilatê Ukraynayê nas kir heta dagirkeriyê, çavên hemûyan li axuyaniyên ku ji Enqereyê hatin dayîn bû. Tirkiyeyê diyar kir ku gavên Rûsyayê yên ji bo dagirkirina Ukraynayê "nayên qebûlkirin" û "hiqûqa navneteweyî binpê dike". Balyozê Ukraynayê yê Tirkiyeyê Vasil Bodnar diyar kir ku ji destpêka êrîşa dagirkeriyê ve wan ji Tirkiyeyê xwestiye ku tengavê li keştiyên şer ên Rûsyayê bigire. Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu der barê vê mijarê de daxuyanî da. Çavuşoglu got ku Tirkiye dikare tengavê bigre lê dîsa jî mafek wiha yê Rûsyayê heye.
"Tirkiye naxwaze têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re xera bike"
Ev rastiyek e ku Tirkiyeya bi Rûsyayê re di warê aborî û berevaniyê de di nava hevkariyê de ye, naxwaze vê têkiliyê xira bike (yıpratmak). Ji bilî bandorên aborî yên qeyranê ku di serdemek ku lîreyê Tirkî yê nazik de rû bide, aloziyên bi Rûsyayê re li xalên krîtîk ên wekî Sûriye û Lîbyayê jî dibe ku encamên neyînî hebin.
Dema mirov li gotinên Erdogan ên “Em ê dev ji herduyan jî bernedin” dinêre, tê dîtin ku Tirkiye hewl dide polîtîkaya hevsengiyê bimeşîne lê mirov meraq dike ku dê encam çi be.