Dadgeha Bilind a Îranê biryara îdamê ya Şerîfe Mihemedî betal kir

Dadgeha Bilind a Îranê hukmê îdamê yê li ser çalakvana mafê karkeran Şerîfe Mihemedî betal kir.

Navenda Nûçeyan – Dadgeha Îranê roja 4'ê Tîrmehê bi hinceta ku bi rêxistineke qedexe re têkildar e, cezayê darvekirinê li çalakvana kedkariyê Şerîfe Mihemedî birî ku li girtîgeha Lakan a Reştê girtî bû.

Parêzerê çalakvanê kedkar û girtiya siyasî Şerîfe Mihemmedî da zanîn ku cezayê darvekirinê hatiye betalkirin û ji bo lêkolîna nû dosya ji bo heman şaxê hatiye şandin.

Kampanya Parastina Şerîfe Mihemedî vê nûçeyê piştrast kir û got: "Weke kampaniya parastina Şerîfe Mihemedî pêşwazî li biryara Dadgeha Bilind dikin û em radigihînin ku em dixwazin ew ji hemû tawanên derbarê wê de bê beraet kirin û azad bibe. "

Şerîfe Mihemedî di Kanûna 2023’an de li bajarê Reşt a Îranê bi sûcdariya “serhildan” ku cezayê darvekirinê lê tê birîn û bi endamtiya partiya Komale hatibû sûcdarkirin û cezayê herî giran lê hat birîn.