DÎB: Li dijî bêhiqûqiyê bibin xwedî helwest

Yekîtiya ji bo Demokrasiyê (DÎB) beriya rûniştina biryarê ya Doza Kobanê bang li kesên li dijî hovîtiya DAIŞ'ê, sazî û partiyên siyasî kir ku li dijî vê bêhiqûqiya eşkere helwesteke zelal nîşan bidin.

Navenda Nûçeyan-Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) beriya danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku dê di 17’ê nîsanê roja çarşemê de pêk were, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya bi serenavê “Ya ku di Doza Kobanê de tê darizandin hêviya aştî û demokrasiyê ye” hate weşandin de ev tişt hate gotin: “Doz bêhiqûqî ye. Di serî de mafê darizandineke adil û parastinê hemû mafên di bin ewlehiya destûra bingehîn de hatine binpêkirin, di dosyayan de delîl nînin. Bi dehan pêşniyazname yên ji bo berpirsyarên mirinên di protestoyên Kobanê de derkevin holê hatin dayîn, bi dengên AKP’ê û MHP’ê hatin redkirin.

Weke Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê em bang li kes, sazî û partiyên siyasî yên li dijî hovîtiya DAIŞ’ê ne, alîgirên demokrasî, hiqûq û aştiyê ne dikin kul i dijî vê bêhiqûqiya zelal, helwesteke diyar nîşan bidin. Ya ku di Doza Kobanê de tê darizandin hêviya vî welatî ya aştî û demokrasiyê ye.”