Coşa Newrozê bi pîrozbahiya li Şehbayê berdewam kir

Coşa Newrozê ya ku bi rojan e didome, îro li Şehbayê berdewam kir. Bi deh hezaran koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê ber bi gundê Elweşe yê navçeya Ehdasa Şehbayê ve meşiyan û Newroza xwe pîroz kirin.

Şehba- Ji ber rewşa hewayê ya bi baran Newroza li kantona Şehbayê hatibû taloqkirin. Îro bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" bi şahiyeke girseyî Newroz hat pîrozkirin. Bi deh hezaran ji koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê berê xwe dan qada şahiyê li navçeya Ehdasa kantona Şehbayê û bi hev re agirê Newroza 2024'an geş kirin. Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê hat xemilandin.

Pîrozbahiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, bi guhdarîkirina dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku behsa girîngiya pîrozkirina Newrozê û xwedîderketina li çanda xwe dikir domiya. Piştre ji aliyê malbatên şehîdan ve agirê Newrozê hat pêxistin.

‘Geşkirina agirê Newrozê nîşaneya têkibirina dagirkeriyê ye’

Piştî pêxistina agir, koma Veger derket ser dikê û stranên xwe gotin. Piştre li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk PYD'ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Foza Yûsif, axivî. Foza Yûsif di axaftina xwe de Newroza 2024'an li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz kir û got: "Em Newroza 2024'an li Rêber Apo û tevahî kesên azadîxwaz pîroz dikin. Coş û vîna Efrîniyan li seranserê cîhanê deng vedaye û bi berxwedana xwe tên nasîn. Em ê bi ruhê Newrozê, azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin û Efrînê rizgar bikin, li dijî dagirkeriyê gelê Efrînê berxwedana xwe bi îsrar û vîn li deverên koçberiyê didomîne. Geşkirina agirê Newrozê nîşaneya têkbirina dagirkeriyê ye."

Bi helbest govend û stranan Newroz hat pîrozkirin

Paşê koma Çiyayê Kurmênc derket ser dikê û stranên xwe gotin. Koma govendê ya Çiyayê Kurmênc bi govendên xwe Newroz xemilandin, Ferhad Merdê jî bi helbestên xwe Newrozê pîroz kir. Hunermend Rêzan Bekir jî bi stranên xwe reng da Newrozê. Her wiha koma Şehîd Berçem a Tevgera Hîlala Zêrîn, stranên xwe gotin. Piştre koma govendê ya kevnşopî derket ser dikê û bi govendên xwe reng da şahiyê. Di dawiyê de endama Tevgera Hîlala Zêrîn hunermend Fatimê Bîlal derket ser dikê û şahî bi stranên wê bi dawî bû.