Ciwanên li Mexribê li ser maf û azadiyan nîqaşan gur dike

Li hin bajarên Mexribê koma ciwanan a bi navê "Nifşa Z 212", xwest ku xizmetên giştî, bi taybetî jî di qadên tenduristî û perwerdeyê de û gendelî biqedin.

HENAN HERÊT

Mexrib – Xwepêşandêrên ciwan daxwaza baştirkirina xizmetguzariyan û kêmkirina newekheviyan kirin. Ev yek bi taybetî jî li Rabatê rastî destwerdanên ewlehiyê û girtinên berfireh hat. Di demeke ku kesayetên mafên mirovan û siyasî bang li wan dikirin ku azadiya xwepêşandanê mîsoger bikin û diyalogek neteweyî ya berfireh bidin destpêkirin.

Di rojên dawî de li hin bajarên Mexribê kombûnên ciwanan çêbûne, ku rastî destwerdanên ewlehiyê hatine. Li gorî Komeleya Mafên Mirovan a Mexribê, di van xwepêşandanan de zêdetirî 100 kes hatine girtin û gelek kes birîndar bûne. Di nav wan de çalakvanên jin jî hene.

Komeleyê destnîşan kir ku rayedaran tenê li Rabatê zêdetirî 70 kes girtine, ku hin ji wan paşê hatine berdan. Girtinên bi heman rengî li Casablanca, Tangier, Meknes û Marrakeshê jî hatine ragihandin. Wezareta Karên Hundir a Mexribê derbarê hejmara girtinan an nasnameya kesên hatine girtin de tu daxuyaniyek fermî nedaye.

Bandorek taybet li ser jin û ciwanan dike

Ev tevger di çarçoveya pêlek xwepêşandanên civakî yên belavbûyî de tê ku vê dawiyê li Mexribê pêk hatine, ku balê dikişînin ser daxwazên ji bo baştirkirina xizmetên giştî û kêmkirina newekheviyên civakî. Ev pirsgirêk bandorê li beşên berfireh ên civakê, bi taybet jin û ciwanan dikin. Ji ber ku gihîştina sînorkirî ya xizmetên tenduristî û perwerdehiyê siyek taybet diavêje ser jinên li gund û taxên paşguhkirî, ku gihîştina lênihêrîna bijîşkî, perwerdehiya domdar û derfetên kar ên baş, dijwartir dibe.

Bersivên siyasî û yasayî

Ji aliyê siyasî ve, partiyên opozîsyonê yên wek Partiya Sosyalîst a Yekgirtî û Federasyona Çepgirên Demokratîk fikarên xwe li ser rêbaza ewlehiyê anîn ziman û daxwazên ciwanan rewa didîtin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Mexribê daxwaza serbestberdana tavilê ya girtiyan kir û tekez kir ku mafê xwepêşandanên aştiyane bi destûrî hatiye garantîkirin û di peymanên navneteweyî de hatiye belgekirin.

Federasyona Komeleyên Mafên Jinan jî di daxuyaniyekê de "hevgirtina xwe ya tevahî" bi girtiyan re nîşan da û girtinan wek binpêkirina maf û azadiyên bingehîn bi nav kir.

Federasyonê daxwaza berdana tavilê ya hemû girtiyan kir, azadiya xwepêşandan û derbirînê mîsoger kir û ji bo destpêkirina "diyalogeke neteweyî ya cidî û berfireh" ji bo têkiliyê bi ciwanan re kir. Her wiha tekez kir ku daxwazên vê komê di heman demê de bi têkoşîna jinan re jî têkildar in ku di warên perwerde, tenduristî û kar de ji "lawaziya ducarî" dikşînin.

Kom xwe dispêre platformên dîjîtal

Ev koma ku çend roj berê derket holê, xwe dispêre platformên dîjîtal û nexşeyên înteraktîf ên ku cih û demên xwepêşandanan nîşan didin, weşand. Endamên wê tekez dikin ku ew tundiyê red dikin û ne girêdayî ti partiyek siyasî ne. Armanca wan ew e ku di çarçoveya pabendbûna bi nirxên hemwelatîbûnê de, qadek ji bo nîqaşê li ser tenduristî, perwerde û têkoşîna li dijî gendeliyê biafirînin.

Nakokiya zagonî

Tevî ku destûra bingehîn a Mexribê mafê xwepêşandanên aştiyane garantî dike jî, Zagona Civînên Giştî desthilatên berfireh dide rayedaran ku xwepêşandanan qedexe bikin an sînordar bikin ger were hesibandin ku ew "asayîşa giştî" tehdît dikin. Ev yek di nav tevgerên civakî yên zêdebûyî de nîqaşek nû li ser sînorên van desthilatan derxistiye holê.

Çavdêr bawer dikin ku tevgerên "Nifşê Z" li Mexribê beşek ji pêlek berfirehtir a derbirînên ciwanan li herêmê ne. Ji ber ku nifşek nû di demekê de ku pirsgirêkên aborî û civakî yên ku bandorê li jin û ciwanan dikin zêde dibin û li qadên alternatîf ji bo derbirîn û beşdarbûnê digere.

Wek komek bi teknolojiyên dîjîtal tên nasîn

Hêjayî gotinê ye ku têgeha "Nifşa Z" li seranserê cîhanê ji bo danasîna koma temenî ya ku di navber sala 1997'an heya sala 2012'an ji dayîk bûye tê bikaranîn. Ew bi têkiliya xwe ya nêzîk bi teknolojiyên dîjîtal û ragihandina virtual ve tê nasîn.