Ciwanên Kobanê bi meşek meşaleyi êrîşên dewleta tirk şermezar kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger yê Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan yê Kobanê bi meşeke meşeleyî êrîşên dewleta tirk ên li ser ciwanan şermezar kirin. Jinên Ciwan ê beşdarî meşê bûn wiha nêrînên xwe anîn ziman: "Bi çalakiyan emê tola hevalên xwe hilînin. Emê bi sedan jinên ciwan rêya Viyanan û Nûjiyanan bi şopînin."

Kobanê - Di 25'ê Brerfanbar de dewleta tirk bi balafirên keşifê, ciwanên Kobanê hedef girt, di encama êrîşan de 5 ciwanan jiyana xwe ji dest dan û 4 jî birîndar bûn. Merasîma bîranînê li Goristana Şehîd Dicel a Kobanê pêk hat, paşê jî cenazeyê Nujiyan ber bi Şehbayê ve hat oxir kirin û welatiyên Şehba yê bi merasîmek heybet spartin axê. Li dijî gef û êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê- Rojava û bi taybet hedefgirtin hedefgirtina ciwanan, Tevgera Ciwanên Şoreşger yê Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Firadê meşeke meşeleyî lidarxistin. Di meşa bi diruşma "Bi tolhildana şoreşgerî, emê  îxanetê têk bibin û dagirkeriyê tune bikin" despêkir de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane li gel alên Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger yê Sûriyê hatin hildan. Meş ji kevana destpêka bajêr derstpêkir û li Goristanan Şehîd Dicle rawestiya. Ciwanan di meşê de siloganên "Viyan û Nujiyan namirin" û "Berxwedan jiyana ne"berzkirin. Li goristanê piştî deqeyek rêzgirtinê axaftin ji aliyê Endama Jinên Ciwan ya Kobanê Hebûn Mihemed ve hat kirin. 
"Ji hêz û vîna Ciwanan ditirsin"
Hebûn di nava axaftina xwe de balkişand ser êrîşên dewleta tirk ên herî dawiyê û wiha got: "Pêşengê vê civakê ciwanin, ji ber wê bêtehmûliya dewleta tirk li beramberî hêz û vîna ciwanan derdikeve û ev êrîş pêk anî. Em ji van êrîş û komkujiyan mezintirin, ti carî em paşde venagerin, berovajî wê em hîna bi hêz dibin. Me ciwanan perwerdeya Viyan û Nujiyan girtiye û emê li ser wê bingehê xebatên xwe pêş bixin. Li beramberî van gef, êrîş û kiryarên hovane, em ê bibin qilçix û di çavên dijmin de bin. Yê tola şehîdan hilînin ciwanin. Dijmin dixwaze di kesayeta ciwanan de civakê xira bike û şer li herêmên me berdewam bike. Em jî li beramberî van êrîşan tu carî ranawestin."
Paşê Ciwan derbasî nava goristanê bûn û malbat find li ser goristanan vêxistin û şehîdên meha Kanunê bi bîranîn. Jinên ku beşdarî meşê bûne nêrîn û helwestên xwe li beramberî komkujiya herî dawî anîn ziman.
"Em sîxuran di nava xwe de nahewînin"
Fatma Cezayir Endama Jinên Ciwan ya bajaroka Til Xezal destnîşan kir ku tola şehîdan wê bê hilandin, ewê xewin û xeyalên wan pêk bînin û wiha pêde çu: "Dijmin naxwaze em kêfxweş bibin, her tim dixwaze tirs û xovê di nava dilê mexe.  Sal bi sal dewleta tirk komkujiyan bi ser mede tîne, herî dawî komkujî bi ser ciwanên me de anî. Em dizanin ku dewleta tirk dema li Qadên Parastina Mediyayê lewaz dibe û paşve vedigere, êrîşî me dike. Şervanên azadiyê bersiva pêwîs da dijim û ew di eniyên berxwedanê de fel cikirin. Rojane dewleta tirk ber bi tune bûnê ve diçe, lê ne di wê ferqêdaye. Dewleta tirk 5 ciwanên me şehîd xistin, bi sedan kesan cihê wan girt û îroj di nava xebatê dene. Kîna me li beramberî dijmin pire, em sîxuran di nava xwe de qebul nakin, em ê van sîxuran di nava xwe de derxînin. Şerme ku em bibin sîxurê dewleta tirk, divê gelê me hişyar be ku em bi destê dewleta tirk tên kuştin û di komkujiyan re derbas dibin."
"Em ê pêşengiya xwe di her qadê de nîşan bidin"
Dicel Hesen a di nava xebatên Jinên Ciwan ên Kobanê de cîh digire jî diya kir ku ev êrîş ne tesaduf bû bi taybet û wiha pêde çû: "Ji bo piştgirya dayikên şehîdan ên li deriyê Sêmalka, me meşeke dirêj li darxistin. Di wê meşê de hemû ciwan amade bûn. Li dijî nêzikatiyên PDK'ê ku heya niha jî cenazeyên şehîd ne hatin dayin, dayik jî bi îsrarin heya ku cinazeyên zarokên xwe wernegrin dê dev ji çalakiya xwe ber nedin. Me jî wek piştgirî çalakiya wan hemêz kir. Di wê meşê de PDK'ê êrîşî ciwanan kir û gelek ciwan birîndar bûn. Ji ber ku me helwestên xwe li beramberî nêzikatiyên PDK'ê û hevkariya wan a bi dewleta tirk re anî ziman lewma ev komkujî bi ser ciwanan de hat, lê dîsa jî em ê çalakiyan li darbixin. Em tu carî bi van komkujiyan natirsin û em ê her tim li peyî rêka rast bin."