Jina Koçber a Afganistanê ji sermayê jiyana xwe ji dest da
Jina koçber a ji Afganistanê dema ku bi du zarokên xwe ve dixwest ji Îranê koçberî Tirkiyeyê bibe ji ber sermaya zêde jiyana xwe ji dest da, zarokên ku di nava sir û seqemê de man, ji aliyê gundiyên li herêmê ve hatin rizgarkirin.
Wan- Li gundê Belasur ê Îranê ku nêzî sînorê Tirkiyeyê jinek koçber a Afgan ku bi du zarokên xwe xwest derbasî Tirkiyeyê bibe ji sermayê jiyana xwe ji dest da. Herdu zarokên ku ji ber sermayê bêkes û xwedî man, ji aliyê gundiyên li wê herêmê ve hatin rizgarkirin. Lingên jina ku jiyana xwe ji dest da, li cihê goreyan bi poşetan pêçayî bûn, di destên zarokên wê de jî li cihê lepikan gore hebûn.
Her du zarok ji aliyê gundiyan ve hatin rizgarkirin
Waliyê Wanê der barê wê de daxuyanî da û ev agahî da: “Di dîroka 01.01.2022’an de di gelek hesabên torên civakî de nûçe hat weşandin û dihat gotin ku li ser sînorê Îran Tirkiyeyê jinek bi du zarokên xwe ve dema xwestiye ji sînor derbas bibe ji sermayê jiyana xwe ji dest daye û du zarokên wê jî xwe gihandine gundiyan û hatine rizgarkirin. Li gorî lêkolînan ev bûyer ne di nava sînorê me de çêbûye, li Îranê nêzî sînorê Tirkiyeyê li gundekî bi navê Belasur qewimiye.”